Balafirên şer ên Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin

Balafirên şer ên Tirk deverên Xakûrkê, Avaşîn, Heftenîn û Metînayê bombe kirin. Di êrîşê de ti ziyan negihiştine hêzên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên esmanî yên balafirên şer ên atêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî parve kir: “Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşî deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Di vê çarçoveyê de:

6’ê Sibatê balafirên şer di saetên danê nîvroyê de devera Mam Reşo ya Herêma Avaşîn, devera Goşîne ya girêdayî Herêma Xakûrkê û devera Şehîd Kendal û Şeşdarê yên girêdayî Herêmên Heftenînê bombe kirin.

7’ê Sibatê saet 18.30’î balafirên şer ên Tirk devera Serê Metîna ya Herêma Metînayê bombe kir.

Di van bomberdûmanan de ti windahiyeke ya hêzên me pêk nehatine.”