Balafirên şer ên Tirk Heftanîn û Xakurkê bombe kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Heftanîn û Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Heftanîn û Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
HPG'ê got, '''12'ê Sibatê saet di navbeyna 11.00 û 16.30'an balafirên şer qada Şehîd Kendal û Keşanê ya herêma Heftenînê bombe kirin.
13'ê Sibatê saet di navbeyna 11.00-11.30'an de balafirên şer herêma Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê û Geliyê Çilûçaran bombe kirin.
Di van bombekirina de ti ziyan negihaştiye ser hêzên me.''