Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Amediyê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li bajarokekî navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk şeva Çarşemê bombe li bajarokê Çemankê barandin. Ji ber bombardûmanê şewat li zeviyên herêmê rû da.

Dewleta Tirk bi rengekî sîstematîk li Başûrê Kurdistanê jîgehên sivîl bombe dike. 26'ê Îlonê li Qandîlê gundê Zêwekê hate bombekirin. Ji ber êrîşê li zeviyan şewat derket.

25'ê Îlonê gundên Zêwkê, Aliyereş û Kuunmaryan ên Qendîlê hatin bombekirin. Di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.