Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Zaxo barandin
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Bandro û Evlindî yên bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxo ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Bandro û Evlindî yên bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxo ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Êrşên dagirkerî û bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk bê navbera li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Bandro û Evlindî yên bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxo ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Ji ber bomberdûmanê agir bi zevî û baxçeyên gundiyên deverê ketine.
Li aliyê din balafirên şer 5 caran gundê Kanî Mezin ê Kanî Masiyê jî bombe kir, di encama vemirandina şewata ji ber bomberdûmanê jî welatiyê bi navê Xalid Ebdulrehman Şemseddîn jî jiyana xwe ji dest dabû.