Balafirên keşfê li esmanên Mexmûrê difirin

Ji sibehê ve balafirên keşfê yên bê mirov li esmanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê difirin.

Piştî bûyera 17’ê Tîrmehê ya li resturanta Huqqabaz a Hewlêrê ku endamê MÎT a Tirk Osman Kose û 2 welatiyên Iraqê hatibûn kuştin, PDK’ê ambargoyek daniye ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr).

Ji 17’ê Tîrmehê ve PDK’ê rê li welatiyên Mexmûrê girtiye û destûr nade ku karker û nexweş derbasî Hewlêrê bibin.

Piştî êrîşa 17’ê Tîrmehê balkêşe ku her roj balafirên keşfê û car car balafirên şer li ser asîmanên wargehê digerin. Ji serê sibehê ve balafirên keşfê li esmanên Mexmûr difirin, nayê zanîn bê ka ev balafir ên Iraqê ya girêdayî koalîsyonê ne yan jî yên dewleat Tirk a dagirker e.

19’ê Tîrmehê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Mexmûrê barandibûn û di encamê de 2 sivîl birîndar bûbûn.