Bala her kesî li ser biryara DMME'yê ye

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku bi biryarên xwe yên dawî re dilê Tirkiyeyê xweş dike, tê payin ku biryara xwe ya li ser hovîtiya li Cizîrê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de hate kirin, bide.

Doza kesên ku di navbera salên 2015-2016'an de di dema berxwedana xwerêveberiyê de li jêrzemînên avahiyên Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin, 13'ê Mijdarê wê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk were.

DMME wê serlêdana Omer Elçî yê li taxa Nûrê ya Cizîrê û ya bi navê Orhan Tûnç hate kirin ku di dema qedexeyê de birîndar bû û tevî biryara tedbîrê ya dadgehê destûr nehat dayin ku ambûlans wî bîne, lewma jiyana xwe ji dest da, binirxîne.

Biryara ku bê dayin, wê ji bo serlêdanên li ser binpêkirina mafên mirovan ên di dema qedexeya derketina derve de hatin kirin, bibe mînak. Bi biryarê re wê eşkere bibe ku qedexeya derketina derve li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê yan na. Û wê nêrîna esasî ya DMME ya li ser mijarê eşkere bibe.

Yek ji parêzerên vê dozê Newroz Ûysal li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Ûysal bi bîr xist, di salên 2015-2016'an li gelek bajar û herêman derketina derve hate qedexekirin, bi heman hincetan operasyon hatin kirin, mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê hatin binpêkirin.

Ûysal got, "Lê belê binpêkirina mafên mirovan a li Cizîrê, gihîşt asta herî bilind a hovîtiyê. Bi sedan mirovên li sê jêrzemînan asê man bi rengekî komî hatin kuştin."

BIRYARÊN TEDBÎRÊ BI CIH NEHATIN ANÎN

Parêzer Ûysal bi bîr xist ku di dema qedexeya derketina derve de wan ji aliyê hiqûqî ve serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan ji bo tedbîr were girtin û got, "Ji bo ambûlans ji birîndaran re bê şandin, kesên asê mane ji bo herêma ewle bên veguhestin û mafê jiyanê were parastin, 5 biryarên tedbîrê hatin dayin. Lê mixabin ji bilî ya Hêlîn Oncu, ji bo kesî bi cih nehate anîn û kesên ji bo wan serlêdan hate kirin jiyana xwe ji dest dan."

Parêzer Ûysal diyar kir, dewleta Tirk bi lêpirsînên pûç hewl dide xwe ji dayina hesab vegire û li ser doza li ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wiha axivî:

"Dosyaya ku bê nirxandin bi navê Orhan Tûnç hate vekirin. Hemû serlêdanên di vê demê de hatine kirin wê werin nirxandin. Di rûniştinê de wê hem li ser rewşa qebûlkirinê hem jî li ser esasê dozê nirxandin were kirin. Ev yek nîşan dide ku ev serlêdan ji bo DMME'yê ne serlêdaneke ji rêzê ye û girîng e. Lê divê em vê ji bîr nekin; DMME piştî 5 biryarên xwe yên tedbîrê bi cidiyeta bûyerê hesiya. Lê tevî vê yekê jî di çarçoveya îtirazên Tirkiyeyê de careke din rêya Dadgeha Destûra Bingehîn nîşan dabû. Piştre jî di serlêdanên din de biryara tedbîrê neda."

WÊ BANDORÊ LI HEMÛ DOSYAYAN BIKE

Ûysal diyar kir, biryara DMME ya li ser vê dosyayê bide, wê bandorê li hemû serlêdanên din û li hemû dosyayên di hiqûqa navxweyî de li Tirkiyeyê dewam dike, bike.

Ûysal got, "Dewlet bi biryardarî dixwaze qedexeya derketina derve li ser zemîna 'têkoşîna li dijî terorê' binirxîne. Lewma girîng e ku ev nîqaş li ser zemîna hiqûqa mafên mirovan bê nirxandin. Ji ber ku ji destpêkê ve bi gotinên 'operasyon', 'têkoşîna li dijî terorê' û 'ewlekariyê', nerazîbûna gerdûnî kêm kir. Di vê pêvajoyê de eger biryarek li gorî dilê me bê dayin, wê daxwaza têkoşînê ya hiqûqnasan û malbatan zêde bike."