'Azadî li vê derê ye'

Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî di serdana xwe ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî de wiha got: "Azadî û dilsoziya bi welêt re li vê derê ye."

Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ziyaret kir. Di dema ziyaretê de Denîz ji aliyê gelê wargehê ve bi taybetî ji aliyê ciwan û xwendekaran ve bi baldarî hate pêşwazîkirin. Nakî li nava kampê li sazî, dibistan û malan geriya. Denîz Nakî bersiv da pirsên rojnamevan Sila Hedar.

We li vê derê nêzîkatî û eleqeya gel çawan dît?

Cara yekê ye ez têm vê wargehê. Gelê wargehê pir ji dil ez pêşewazî kir. Min li vê derê weke ku li mala xwe me hîs kir. Deriyê gel ji her mêvanê derve tên re vekiriye. Ji ber wê jî hestek cuda ye, hewce ye mirov bijî.

Em dixwazin hestên we yên di dema ziyaretê de bigirin. Li sazî, mal û dibistanan geriyan, we çi dît?

Erê em li mala geriyan û li gel dayikan rûniştin. Berî niha li Bakur jî ez li gelek deverên weke Cizîr û Nisêbînê geriyam. Ez dikarim bêjim min heman hest dît. Em şev bi ciwanan re derketin maçê. Gelê Mexmûrê li maçê temaşe kir. Gelekî bi kelecanî bûm.

Em derketin ser gir û me ji jorê ve li Mexmûrê li mal û rêyên wê temaşe kir. Li vê derê her dara niha şîn dixwiyê bi keda gel çêbûye. Ev gel kedkar û fedekar e. Li nirxê xwe xwedî derdikeve. Ji ber wê jî dema navê vê kampê tê gotin xwedîderketina li nirx, ax û çanda xwe xwedî tê bîra mirovan. Gelek li vîna xwe xwedî derketiye.  Cara yekem e ez têm lê wê ev ne cara dawî be. Hêvîdarim di mehên pêş de ez ê careke din bêm.

Hûn lîstikvanekî futbolê ne, ji bo hempîşeyên xwe dixwazin çi bêjin?

Ez bi xwe li Ewropayê hatim dinê û li wê mezin bûm. Li wê derfet zêdetirin. Lê dema ku mirov lê dinêre azadî li vê derê ye. Nêzîkatiya wan bê ku beranberî wê bixwaze ji dil e. Ez dixwazim ji bo hempîşeyên xwe wiha bêjim bila hîn zêdetir baldar bin. Gelên vê derê ji bîr neke heta ji destê wan bê alîkar bin. Qet nebe, eger dema wan çêbibe bên vê derê bibînin. Ez dixwazim her kes bê û van hestan bijîn. Hempîşeyên min pir nêzî van mijaran nabe, lê şanziyeke mezin e ku mirov vî gelî bi tenê nehêle û li gel cih bigirin.

Di gera we ya du rojan de weke bîranîn herî zêde çî di hişê we de maye?

Destpêkê em çûn dibistana amadeyi. Ciwanan bawernekirin heya ku li deqên ser destê min nêrîn nû bawerkirin û eleqeyek mezin nîşandan. Ciwanan destpêkê xwestin deqa azadiya li ser destê min binêrin. Ez bawerim hatina min a vê derê ji bo wan jî bû moralek weke manewî li gel wan cih girtin. Çavê vî gelî li tiştên madî nîne, bi manewiyatê ve pir girêdayîne. Ciwanên vê derê pir jêhatîne, divê her kes bê wan bibîne. Li vê derê hebûna min ji bo min şanaziyeke. Başe ku hatime, qet poşman nabim. Ez ê care din bêm. Êdî ev der mala min a duyemîn e.