Aykalê girtî li nexweşxaneyê rastî êşkenceya leşkerên Tirk hat

Mehmet Alî Aykal ê ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 ya Amedê de girtiye, li nexweşxaneya ku ji bo derman bibe çûbûyê de rastî şîdeta gelek leşkerên Tirk hat.

Mehmet Alî Aykal ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hêjmar 2 ya Amedê girtî bû, di 3'ê Hezîranê roja Înê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a ku ji bo derman bibe hatibû rakirin ji aliyê leşkeran ve rastî êşkenceyê hat.

Leşkerên Tirk roja Înê ku randevûya nexweşxaneyê ya Aykal bû ew birin nexweşxaneyê û piştî karûbarên rendevûyê leşkeran ji Aykal pirsîn, “Sedema ketina te ya girtîgehê çi ye?” Hat gotin ku di bersiva pirsê de Aykalê gotiye ku “Ez girtiyê siyasî me”. Piştre leşkeran ji Aykal pirsîn, "Hûn hîn PKK’yî ne?" Hat ragihandin ku piştî Aykalê gotiye "Belê ez PKK'yî me" li korîdora nexweşxaneyê ji aliyê gelek leşkeran ve rastî êşkenceyê hatiye.

Hat zanîn ku Aykal ê ku leşkeran êşkence lê kirî, ji nexweşxaneyê rapora derbxwarinê standiye û wê serî li Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide.