Aydenîz: Gel bersiv da polîtîkaya qeyûman

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand û diyar kir, HDP'ê bi stratejiya xwe şaredariyên hatine desteserkirin jinûve bi dest xist û faşîzma AKP-MHP'ê li rojavayê Tirkiyeyê qels kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi stratejiya xwe ya Îtîfaqa Kurd li bajarên herêmê dawî li polîtîkaya qeyûman anî û li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî bi stratejiyek balkêş hilbijartinê bi Îtîfaqa Cûmhûr da windakirin. Di hilbijartina xwecihî de yek ji bajarên herî zêde dihat meraqkirin Amed bû. Piştî tayînkirina qeyûm li Amedê hilbijartinê bala girîng kişand ser xwe. Her wiha performansa siyaseta Kurd jî li Amedê pir dihat nîqaşkirin. Dijberên qeyûm Namzetên HDP’ê Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik bi ser ketin û bûn Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz encama hilbijartinê û wêrankirina qeyûman ya saziyên girêdayî şeredariyan nirxand. Aydenîz anî ziman ku desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê ji 2015’an vir ve bi aqilê şer kampanya hilbijartinê pêk tîne û di vê hilbijartina rêveberiyên xwecihî de kampanyayek herî dijwar bi gef û gûr birêve bir.

‘BI HIŞMENDIYA WÊRANKIRIN Û DAGIRKIRINÊ ÇÛN HILBIJARTINÊ’

Aydenîz diyar kir ku xebata hilbijartinê ya desthilatdariyê bê guman wek dagirkirinê birêve bir û destnîşan kir ku AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên şer û qeyûman li Kurdistanê ji ber ku rûxandinên mezin li pey xwe hiştin bi derûniya dagirkirinê çûn hilbijartinê. Aydenîz anî ziman ku rejîma faşîst di Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) vîna gel xesp kir û bi polîtîkayên wêrankirinê şaredarî vala kirin. Aydenîz diyar kir ku li Kurdistanê AKP-MHP bi tunekirina siyaseta Kurd hemû derfetan serferber kir û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê jî êrîşa her dijwar û dagirkirinê li dijî HDP’ê pêk hat. Heke partiyek din bûya niha ji zû ve deriyên xwe qefle kiribû û çûbû. Tevî zextên giran jî HDP di pozîsyona partiya ku çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike de bû. HDP vê rola xwe leyîst û tevî van hemû êrîşên giran jî li ber xwe da û bi ser ket.”

‘HDP BÛ SEDEM KU BAJAR BÊHNÊ BISTÎNIN'

Aydenîz bal kişand ser polîtîkaya qeyûman a desthilatdariyê jî û wiha pêde çû: “AKP, wekî polîtîkaya dagirkeriyê li bajarên Kurdistanê qeyûm wezîfedar kirin. Qeyûman destkeftiyên Kurdan kirin hedef û hemû saziyên jinan girtin. Dîsan bi BHQ’ê hezaran karker ji kar derxistin û mirovên me mexdur kirin. Lê êdî wê nikaribe vê siyaseta xwe bidomîne. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nîşan dan wê çi dibe bila bibe wê dev ji daxwazên xwe yên ji bo demokrasiyê bernedin. HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê bûye cihê hêviyê û polîtîkaya wê ya ji bo bajarên rojavayê welat, bûye sedem ku rojavayê Tirkiyeyê bêhnê bistînin. Ji ber vê divê her kes ji ber vê stratejî û siyasetê malavayiya HDP'ê bike.”

‘LI TIRKIYÊ STRATEJIYA HDP’Ê BISERKET’

Aydenîz destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî hişemdiya dagirkirinê bi berxwedanê xebatên hilbijartinên xwecihî birêvebir û wiha dom kir: “Hilbijartina 2019’an bi berxwedan û têkoşînê me derbas kir. Li aliyekê tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Ocalan kûr bû û li dijî tecrîdê berxwedana di pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate destpêkirin li çar aliyê dinyayê belav bû. Ji 27’ê Tirmeha 2011’an û vir de parêzer û ji sala 2015’an û vir de jî tecrîdek kûr û giran li ser Ocalan tê meşandin. Hêzên kûr bi polîtîkayên tunekirinê dixwazin sîstemek nû ava bikin. Kurdan li dijî van polîtîkayên tunekirinê çûn li ser sindoqan û hêrsa xwe bi dengê xwe anî ziman. HDP’ê li dijî hişmendiya faşîst a dagirker bi stratejiyî tev gera û AKP li Tirkiyê binxist. HDP’ê wekî hilbijartina 2015'an di vê hilbijartinê de jî siyaseta Tirkiyeyê dîzayn kir û helwesta xwe nîşanî kesên wê nahesibînin da. HDP bi stratejiya xwe li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalyayê şaredarî ji dest AKP’ê derxistine û bûye sedem ku têkevin destê CHP’ê. HDP, roleke pir krîtîk lîst û bi stratejiya xwe bi serkeft."

‘GEL XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKET’

Aydenîz da zanîn ku HDP’ê li Amedê bi serkeftinek mezin qeyûm ji bajar derxistin û wiha got: “Di vê hilbijartinê deh qatê hilbijartina 2014’an em bi serkeftî bûn. Li dijî qeyûma gelê Amedê li hemberî hemû zext û zordariyan hêrsa xwe bi dengê xwe nîşan da. Çawan ku îradeya gel bi qeyûman hate xespkirin îro sazî û cihên girêdayî şaredariyane ji aliyê qeyûm ve tên wêrankirin. Qeyûmê AKP’ê tevî li dijî gel binket jî Navenda Cigerxwînê wêran kir û hemû amûrên hindirdene dizîn. Dîsan li navçeya Bismilê qeyûm avahiya şaredariyê dewrî midûryeta polîsan kiriye. Her wiha hemû sazî û avahiyê şaredariyê ji aliyê qeyûman ve tên wêrankirin. Ev wêrankirin tê wateya ku AKP dixwaze li Tirkiyê sîstemek wiha bide avakirin. Tirkiye bi hişmendiyek çetewarî re rû bi rû ye. Li dijî vê hişmendiya çetewarî bersiva gelê me jî serkeftin bû. Gelê Kurd bi vê serkeftina xwe da xuyakirin ku li dijî zilmê û dagirkeriyê wê tu carê serî netewînin.”