Avesta: AKP projeyeke Komploya Navneteweyî ye

"Kê AKP anî ser hikûm? Esas AKP projeyeke komployê ye. Hêzên ku serkêşiya komplo kirin kredî dan AKP’ê. Wan AKP ava kirin. Projeya berdewamkirina komployê ye."

Endema Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di bernameya 'Rojeva Welat' de ya Stêrk TV bersiv da pirsên rojnemevan Mehtap Orak.

Avesta, salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ku di sala 15’ê Sibatê 1999’an de li ser Rêber Ocalan hate pêkanîn, dagirkeriya dewleta a Tirk li Rojavayê Kurdistan, êrîşa li ser wargeha Maxmûr û Şengalê, her wiha şerê di navbera hêzên Tirk, Rûs û rejîma Sûriye li Idlibê, rewşa dawî ya Filîstîn û Îsraîl nirxand.

‘SALA 1925’AN RÊBER APO ROJA QIRKIRINA KURDAN BINAV KIR’

Avesta di nirxandinên xwe de bal kişand ser gelek xisûsan û ev got:

“Di salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî de ku dikeve sala 22'an, ez di destpêkê de şehîdên ku nehiştin komplo bigihêje armanca xwe û li derdora Rêber Apo çemberek ji agir çêkirin, ên ku bi dirûşma 'Tu kes nikare Roja me tarî bike' di şexsê hevrê Xalîd Oral, hevrê Rotînda û her wuha dîsa hevrê Rojbîn, Berwar, Şaristan û hevrê Viyan Soran, herî dawî şehîdên berxwedana mezîn ya “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têkbibin û Kurdistan azad bikin” de di şexsê Hevrê Zulkuf Gezen, Ayten, Zehra û Medya de ez hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêzdarî, bi hûrmet bibîr tînim. Li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Ew soz û peymana ku me daye tevahî şehîdên xwe em ê ti carî nehêlîn komplo bigihije armancê xwe. Ew sozên wan em ê di sala 2020’an de hîn bi tekoşînekî mezin bi cîh bînin. Ev 22 sal e Rêber Apo bi awayekî fizîkî esîr hatiye girtin. Ez Rêber Apo bi heskirin, bi bêrîkirin, bi hûrmet û bi mînetdarî silav dikim. Tekoşîna gelê me ku ev 22 sal in berdewam dike silav dikim.”

Komplo çima destpê kir? Milê wî ya dîrokî çiye? Wekî Rêber Apo ji sala 1925’an û vir ve komploya Navneteweyî li ser gelê Kurd digre dest. Dixwazim li ser vê milê komployê bisekinim. Gelê Kurdistanê di Rojhilata Navîn de ku niha li ser erdnîgaiyê dijî gelekî herî qedîme. Gelê di vê heremê de bi hezaran salan ji mirovahiyê re pêşengtî kiriye. Di şoreşa Neolîtîk de, di civakbûyînê de, hêla çand û pêşxistina mirovatiyê cihekî xwe yê girîng digre. Gelê Kurd di dîrokê de gelek caran li ser vê cografyayê de ji qirkirinê ve derbas bûye. Ji êrîş û koçberiyê re rû bi rû maye. Her carê gelê Kurdistan li hemberî van gelek car tekoşîna xwe bilind kiriye û xwestiye ew jî bigihije azadiya xwe. Di nava cihana mirovahiya pêşketî de cihê xwe bigre. Bi avakirina komara Tirkiyê re êdî ji bo na gelê Kurdistanê pêvajoyekî nû destpê kir. Gelê Kurdistanê 200 sal beriya vê li ser vê cografyayê ku niha li ser 4 herema re hatiye dabeşkirin de dijiyan. Heya astekî bi çanda xwe, bi zimanê xwe, bi dîroka xwe re jiyanekî berdewam dikir. Dema avakirina Komara Tirkiye gelê Kurdistanê di eniya herî pêş kete nava şerekî û bi hev re komar ava kirin. Ew dem axaftina Mustafa Kemal ê ku ji bo Kurda hatiye kirin têne zanîn. Komara yekemîn 1921’ê tê îlankirin. Li ser esasa mafên Kurdan a heremî bê naskirin di destûra bingehîn de heye. Lê bi taybet piştî ku êdî piştî Şerê Cîhanê a Yekemîn dawî dibe û herem ji nû ve tê dabeşkirin. Hêzên derve ya hegemonî ê ku wê demê jî dîsa dixwazin di heremê de hakîm bikin ji hêla vana ve êdî konsepta nû têpêşxistin. Ev jî çi ne? Bi taybetî ji bo dewleta Tirk bi hemû awayî li gorî berjewendiyê xwe bi karbînin, di milekî de piştgiriya dewleta Tirk dikin. Di vî demê de gelê Kurd bi taybet ew hevpeymana ku 1923’an de li Lozanê tê îmzekirin û bi tevahî hebûna gelê Kurd ji holê têrakirin. Cihê Kurd di destûra bingehîn de namîne. Êdî tê xwestin ku Kurd bi hemû awayî ji xwe re bi bikin xulam û tine bihesibînin. Li hemberî van nêzîkatiyan serhildan destpê dike. Di 1925’an de di pêşengtiya Şêx Saîd de ku destpê dike ew jî dîsa wisa mehekî sibatê ye. Şert û mercên Kurdistanê di van deman de tê zanîn. Di vê demê de serhildan destpê dikin. Di nava van serhildana de dîsa komplo hene. Hinek hêzên derve wekî ku pişgiriya vî dikin û dixwazin vaya bidin pêş lê di milekî din jî derfet ji dewleta Tirk re bi hemû awayî vedikin. Şêx Saîd bi komployekî tê girtin. Bi rengekî şanogerî dadgehekî çêdikin û Şêx Saîd û hevalên wî mahkûmê îdamê dikin. Ev jî 29 meha Hezîranê de ye. Rêber Apo wekî dîrokî ku nîşanê vê dike dibîne ku dewleta Tirk hem di meha Sibatê de biryarê wê girtin. Pir dijibe vê demê. Kî di nava komployê de cîh girt û armancê wî çibû? Ev bû 22 sal li ser vê pir tê sekinandin. Armanc û hedefên ê vê komloyê înkarkirina Kurda bû. Qirkirina Kurda bû. Ji xwe gelê Kurd ev roj ji bo xwe wekî Roja Reş binav kir. Rêber Apo jî weke qirkirina roja Kurda binav kir. Wek her du jî hev temam dikin. Tevgera azadî di pêşengtiya Rêber Apo de wekî ku bi dehan salan tekoşîn di heremê de dameşandin. Dîsa gerîlayê qehreman yê Kurdistanê di çiyan de tekoşîna mezin a gerîla ku pêşxistin, dîsa di hêla civakî de pêşketinên di Kurdistanê de çêbûn, bi PKK’ê û bi Rêber Apo re êdî kete xeta azadiyê û ji bo azadiya xwe bedelên mezin dan. Vana hemû di şexsê Rêber Apo de komdibû.

JI BO DEWLETA TIRK MESELEYA KURD BÛYE FOBIYEK

Ew serhildanên ku me li jor anî ziman a 1925’an a Şêx Saîd, 1930 ê Agiriyê û dîsa 1937’ê Dersimê bi xwînê, bi qetlîam hatin perçiqandin. Rêber Apo cara yekemîn êdî xwedî birdozî, felsefe, rêxistin, parastina cewherî, xeta azadiya jinê û civakbûyîn di vê heremê de pêş xist. Êdî ev tiştekî nû bû. Kurd bi pêşengtiya Rêber Apo gav bi gav ber bi azadiya xwe ve diçûn. Hêzên heremê hebûna Rêber Apo û fikir û ramanê Rêber Apo ji bo xwe asteng dîtin. Ji ber ku heza hegemonî yên modernîteya kapîtalist li ser berjewendiyê xwe disekinin. Berjewendiya wan jî ji bo kî di heremê de pêk bînin êdî şerekî nû dan destpêkirin. Şerê Cîhanê ya Sêyemîn ku em niha pênase dikin dan destpê kirin. Şerê Cîhanê ya Sêyemîn di esas de ji sala 1990’an ve destpê kir. Ev 30 sal in bi şêwazên cûr be cûr di heremê de ev berdewam dike. Ê ku li pêşiya vê asteng kî bû elbet Tevgera Azadiyê bû û Rêber Apo bû. Di Rojhilata Navîn de paradigmayekî nû dihat pêşxistin di hêla Rêber Apo de. Yekîtiya gelan ava dikir. Hêzên heremê ji bo ku dewleta Tirk ji bo berjewendiya xwe bikarbînin Tevgera Azadî û Rêber Apo ji çav derxistin û xistin mijara bazarê. Dewleta Tirk mesela Kurd jê re wekî Fobiyeke. Ji bo ku Kurd nebin xwedî vîn, nebin xwedî nasname, statûya Kurd çênebe hertim çi di destê wî de hebûye pêşkêş kiriye ji bo ku mijara Kurd serî bitepisîne. Ji bo vê hêzên wê demê di komployê de cihê xwe girtin hêzên Navneteweyî bûn. Serkêşiya vê Emerîka dikir. Amerîka, Îngiltere, Îsraîl ê dikir. Ji ber ku vana li ser heremê xwedî armanc bûn ku heremê li gor xwe dîzany bikin.

HER HÊZEK JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DI KOMMPLOYÊ DE CIHÊN XWE GIRTIN

YE wê demê wî jî li gor berjewendiya xwe di nav de cihê xwe girt. Rûsya dîsa li hemberî Modernîteya Kapitalîst di hêla aborî de lewaziyekî pir cidî hebû. Ji bo gaza şurîştî ya şîn ku bikaribe bi kar bîne, ew jî di milekî de cihê xwe di komployê de girt. Dîsa Yewnanistan bi dehan salan nakokiya wî ya Tirkan heye ew jî di nav de cihê xwe girt da ku navbera xwe û Tirkan xweş bike. Pirsgirêka Qibris heye. Her yek ji bo berjewendiya xwe bi şêwazekî cihê xwe di vê komployê de girtin. Heman demê hinek hêzên heremî jî ji bo na desthilatdariya xwe berdewam bikin, dîsa nehelîn yekîtiya Kurdan avabibe ew Kurdên ku wê demê di vê xetê de bûn wan bikaranîn. Berjewendiya van hêzan wê demê hevdû temam dikirin. Tirkiye ji vê re vekirîbû. Rûxmê ku Rêber Apo çendê cara agirbest îlan kiribû. Di sala 1993, 1995,1996, 1998 piştî vê ji xwe komplo destpê kir û bû bingehekî Rêber Apo ji Sûrî derbikeve û biçe Ewropa. Rolê Tirkiye di vir de rolekî çawa bû? Rolekî xwe pêşkêşkirin bû. Ji xwe Rêber Apo bi îstixbarata navneteweyî û bi hevkariya wan hate pêkanîn. Şibandina wê demê jî ev komplo li hemberî tevahî berjewendiya gelê Kurd û gelan e. Nahêlin gelê Kurd bibe xwediyê nasnameya xwe û mafê xwe. Elbet milê vî komployê ya siyasî, ekonomî, birdozî heye. Esas pirsgirêk pirsgirêkekî siyasî, civakî û ya azadiyê ye. Bi awayekî namerdana Rêber Apo girtin û radestî Tirkiye kirin. Ev 22 salin jî di greva Îmralî de ev pêvajo bi vî rengî berdewam dike.”

DI NAVA WAN ŞERT Û MERCAN DE BIRYARA JIYÎN Û DANA JIYANKIRINÊ DAN

Di nava 22 salan de bê ka çawa komplo dom kir, pêwîstî bi nirxandinên berfireh hene. Armanca komplo di navbera gelê Kurd û Tirk de şerekî di sedsala 21’emîn derxin bû. Ew hêzên komploger armancên xwe ev bûn. Şerê Cîhanê ya Sêyemîn bi girtina Rêber Apo re beşa wî ya duyemîn kete dewrê. Rêber Apo di roja yekemîn bi xwe dibêje “ dema ez di têyarê de çavên min çawa vekirin, min got ku ev ne serkeftina we ye, ev komplo ji bo we ye jî, nekevin serxoşiya serkeftinê.” Rêber Apo çawa derbasî Îmralî kirin tişta herî zehmet hilbijart. Tiştê herî zehmet çi bû? Di wan şert û mercan de biryarê jiyankirinê û dana jiyankirinê girt. Tu kes bawer nedikiri ku 21 sal Rêber Apo û tevgera azadî di van şert û mercan de berxwe bidin û pêra jî ewqas pêşketina çêbikin. Ji xwe dewleta Tirk dewletekî faşîst û qirkere çawa ku di dîrokê de pêşengên civakê îdam kirin ew ê wisa wî jî îdam bikin û Tevgera Azadiyê jî di nava 6 mehan de wê tasfiye bibe. Hedef û armancên wan ev bû. Rêber Apo ev listoka mezin dît. Ji ber ku ev komplo ne tenê li ser gelê Kurd bû, li ser gelê Tirk bû, li ser gelê heremê bû, li ser jina bû, tevahî mirovahiya ku ji bo azadiya xwe têdikoşe li ser van teva bû. Rêber Apo bi sekna xwe, bi helwesta xwe, bi şîrovekirina komployê û bi pêşdîtinê xwe komplo sekinand. Gelek fedakariyekî mezin kir. Her salekî mirov bigre dest mirov dikare bi saetan li ser raweste. Tam 22 sal li gravê Rêber Apo di milekî de pêvajoyekî nû pêşxist. Bi gotina Rêber Apo ku dibêje; ‘zayîna sêyemîn’ û weke pêngava sêyemîn jî bi nav dike, êdî paradigmayekî nû ava dike. Perspektîfekî nû ji heremê re û ji cîhanê re pêşkêş kir. Ev pergala ya desthilatdar ya hegemonî a qirkirina mirovahî ku bi xwe re tîne Rêber Apo li hemberî vî sekinî. Heman demê Tevgera Azadiyê jî berxwedanekî mezin çêkir. Tevgera azadiyê Rêber Apo şopand. Gerîla bi qehremanî bi hezaran şehîd da. Gelê Kurdistanê ji roja yekemîn ve hebûna xwe bi hebûna Rêber Apo re girê da. Got an ez bi Rêber Apo re jiyan bikim an jî jiyan nakim û azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dît. Hem di Kurdistanê û hem jî derveyî welat gelê me ev 22 sal in berxwedana xwe didin meşandin. Di heman demê de tevgera azadiyê paradîgma Rêber Apo di xwe de da rûniştandin bi can kir, bi ruh kir û tekoşîna vê da. Niha hişt ku komplo di hêzên Navneteweyî de pêşbikeve û tevgera azadiyê tine bibe, Rêber Apo tine bikin, heremê li gor xwe dîzayn bikin ewana vala derket. çi bû? Êdî heqîqeta Rêber Apo di dinyayê re belav bû. Ew gelên ku dewletê wan bi awayekî desthilatdar di nava vê komployê de cihê xwe girtibûn, êdî ew li hemberî wan rabûn. Mînakê vî, di 2006’an de li Yewnanistanê de jina Yewnan Elefterya bedena xwe da ber agir. Ew jinekî xwedî mal û zarok bû. Lê belê dît ku tekoşîna gelê Kurdistanê û tekoşîna Rêber Apo dide ji bo tevahî mirovatiyê ye. Çi kir? Di xeta Xalîd Orala de, di xeta Viyana de ya Şaristana de ew jî çalakiyekî fedaiyane lidar xist. Bi navê tevahî gelê Yewnanistanê ew eyba ku dewleta Yewnanistanê kiribû ji bo ku gel di nav vê de nîne ev çalakî kir. Niha ew pêşketinên ku çêbûne û çêdibin Tevgera Azadiyê PKK neterorîste ew tişta heyî, rastiya heyî îlan kirine. Li xwe mikûr hatiye.

ESAS AKP PROJEYEKE KOMPLOYÊ YE

PKK kengî kete lîsta terorê? Kengî ku Rêber Apo komplo sekinand û pêşketin çêkir di 2002’an de tevgera azadiyê guhertin û vegûhertin çêkir, paradigma guhert û êdî Tirkiye ber bi çareseriyekî vê biçûya çi kirin? Ji bo ku dîsa Tirkiye bi xwe ve girê bidin PKK xistin lîsta terorê. Diviya ji xwe ev biryara îro tinebûya. Pêşketinê ku niha çêdibin ev encama berxwedan û tekoşîneke mezin e. ev bi navê tevahî gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ka em binêrîn ev 22 salan çi çêbû? Ji bo vê jî hêzên ku di vê komployê de cih girtine sûcdar in. Eger dixwazin li hemberî vê komployê, li hemberî gelê Kurdistanê xwe bidin efûkirin divê yeko yeko lêborîna xwe bi vî rengî bixwazin. Vê biryarê rakin ji bo ku dîrok jî wan efû bikin. Gelê wan jî wan efû bikin. Naxwe ev hêzên navneteweyî nayên efû kirin. Dema komployê Ecevîd li ser hukim bû ew bi xwe got; ‘em nizanin çima Apo dane me.’ Çi kirin? Mudaxalayê Ecevît jî kirin û bi şêwazekî wî xistin. Kî AKP anîn ser hukim? Esas AKP projeyekî Komploye. Hêzên ku serkêşiya komplo kirin kredî dan AKP’ê. Wana AKP ava kir. Projeya berdewamkirina komployê ye. Ê ku esas di komployê de israr dike û di xeta komployê de berdewam dike û hebûna Kurda qebûl nake AKP-MHP ye. Piştî ku anîn û xistin dewrê û bi hemû çûre alîkarî kirin û niha dibînin ku li serê wan jî bûye bela. Em nikarin bêjin ew kesên ku di komployê de cihê xwe girtin îro heman rengî bi hev re dostaniyê dikin. Niha ew hêz jî bi hev re ketine nava nakokiya. Dîtin ku ew piştgiriya ku dane AKP, MHP anîne heya roja îro dîtin ku li wan dizivire. Êdî berjewendiyê wan dikeve xeteriyê. Ew biryarên ku derdikevin ji van rewşa derdikevin holê. Hêzên ku di vê komployê de cihê xwe girtin êdî bi xwe jî dibînin tevgera azadî, gelê Kurdistanê û Rêber Apo ê ku herî zêde ji bo gela têdikoşe, komplo zelal kiriye, wate daye. Nehiştiye ev bigihêje armanca xwe. Vana dibînin, hinek ji wan di nava nakokiyan de ne. Hîn biryaran derdixînin lê vaya têrê nake. Di vî dema pêşiya me de hîn zêdetir komplo ku hatiye asta têkçûyînê van hêzana jî êdî vê rastiyê bibînin û vê sûcdariya xwe bibînin. Li ber vî li hemberî gelê Kurdistanê û Rêber Apo, tevgera azadiyê lêborîna xwe bixwazin.

BERXWEDANA MEXMÛR Û ŞENGALÊ BINIRX Û PÎROZ E

Tekoşîna gelê me ya li Maxmûrê ev 26 sal in berdewam dike, tekoşîna wan silav dikim. Gelekî me yê fedakar in. Tekoşîna wan pîroz û bi nirx e. Gelê ku herî zêde di tekoşîna azadiya Kurdsitanê de bi gelek zehmetiya re rû bi rû maye gelê me ye ku niha li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Maxmurê jiyan dikin ew in. Ev gel jî dîsa di encama faşîzma dewleta Tirk a ku qirkirina Kurdan qebûl nekiriye ketiye ser rê. Di sala 1993-94’an de faşîzm di şexsê Tansu Çîller, Agar, Gûreş de pêş ket. Ew dem bi hezaran gund hatin valakirin. Fermî di qeydên dewletê de zêdeyî 4 hezar gund hatin valakirin û şewîtandin. Ya herî zêde vê jiyan kirin herema Botan bû. Ev gel ji bo parastina tevahî mirovahiyê li wê derê ye. Ew sembola tekoşîna gelê Kurdistanê ya bi dehê sala ye. Her malekê çend şehîdên xwe hene. Dem na jî wisa bûye ku di sala 1995’an em dizanin bi mehan dîsa ambargoya PDK’ê li ser vî gelê berdewam kir. Ev gel bi berûyan xwe dan jiyîn. Nehiştin torbeyek ard here wargehê. Nedihiştin têr avê jî vexwîn. Lê dîsa jî ev gel bi rûmeta xwe ve, bi rirxê xwe ve, bi azadiya xwe ve û bi nasnameya xwe ve girêdayî ye. Niha jî êrîşa ku li ser tê kirin ango ew ambargoya li ser tê meşandin bi konsepta dewleta Tirke. AKP-MHP bi vî avayî zanîn heta ku Maxmûr bi vê berxwedanî re bijî, dizanin ku ew faşîzma wan ya reş li cîhanê tê teşîrkirin. Ew 4 hezar gundê ku me gotî temsîlê wan in. Bi zanebûn van êrîşan dikin. Di 2014’an de êrîşên çêtê DAÎŞ’ê dîsa çêbûn. Tevgera azadî, Milîsên Kampê û zarokên wî gelê xwe parastin û nehiştin qetlîamek mezin çêbibe. Êrîşa herî dawî jî berdewama wê ye. Di van salan de tim xwestin vî gelî bidin revandin. Teslîm bigrin û vîna wî tine bikin. Nikarîn vî bikin êdî niha raste rast dewleta Tirk bi xwe katiye dewrê. Bi MÎT’ên xwe, bi sîxûrên xwe û bi teyara xwe tê wargehê û Şengalê dixe. Herdu navend jî pir girîngin ji bo tekoşîna gelê Kurdistanê. Her du cih jî cihekî herî dawî jê acîz bibin ew dere. Kampekî koçbera di bin sêwana YN’î de ye. Ew jî tiştekî nakin. Ji bo vê armanca van êrîşan şikandina vê vînê ye. Sekna gelê Maxmûr û Şengal seknekî bi rûmet e. Herî dawî di 15’ê Çile de li Şengalê parazvanê civaka Êzîdî YBŞ fermandar Zerdeş, Êzdîn, Hamîd, Şervan şehîd kirin. Vana dixwazin bibin diyarkirin ku hîna jî em di qirkirina we de bi israr in. Ev ambargoya rêveberiya Başûr mirov naxwaze bi gotin jî bike. Ev yek nayê qebûlkirin. Tiştekî ku li hemberî yekîtiya neteweyî, li hemberî vî gelê berxwedêner cihê şermezariyê ye. Çi li hemberî vê dest dixin? Tenê berjewendiya xwe û ya dewleta Tirk. Tu hêzekî Kurd vê zilmê li hev nake. Ambargo li ser gelê Maxmûrê kirin zilmê li ser gelê Kurd kirine. Divê vê biryara xwe li ber çav derbas bikin. Herî dawî tevgera azadî Hevserokatiya KCK’ê jî daxwuyaniyekî da. Rojek beriya rojekî divê ji vê şaşiya xwe vegerin û ji vî miletî lêborîna xwe bixwazin ku bikaribe ew milet tevbigere. Yanî dibêjîn DAÎŞ were lêbixe. Ev ambargo dawetiyê ji DAÎŞ re derdixe. Ev dîsa vexwendînê ji êrîşê Tirka re çêdike. Em vê gelê wisa dixin tengaviyê werin em bi hev re lêbixin. Niyet çi dibe bile bibe lê belê di emel de ev derdikeve holê. Divê dev jî van tiştan berdin. Dîsa berxwedana gelê Maxmûrê û gelê Şengalê bi nirx e, pîroz e û ez silav dikim.

Bûyerê ku li Sûrî û Bakur û Rojhilatê Sûrî diqewimîn hemu bi destê dewleta Tirk tê kirin û ji xwe ew bi xwe jî di nav de ye. Dewleta Tirk hesabê xwe li ser heremê pir mezine. Ev hêzên ku komploya navneteweyî pêk anîn pir zêde pêşî li dewleta Tirk vekirin. Pir zêde hikumeta faşîst ya Erdogan û Bahcelî dane pêş û ji wan re meydan vekirin. Niha dixwazin hinek sînordar bikin lê belê hêza wan jî heya astekî têrê nake. Ev dagirkirina faşîzma dewleta Tirk Efrîn, Cerablûs herî dawî 9’ê Cotmehê 2019 ku berdewamiya komployê bû. 9’ê Cotmehê Serêkanî û Girê Spî dagir kir, bi vê dixwaze pêyamê dide hêzê Navneteweyî, bi taybet dide dewleta Sûrî. Nîha Rêber Apo penaseyekî xwe ji bo vê dike pir girîng e di serî de rejîma Sûrî û gelê Sûrî hemû rastî jî vê baş bixwînin. Dibêje; ‘20 sal ez di Sûrî mam û min tekoşîn kir û îro em dinêrin berhemên derketiye holê yekîtiya gelê Kurd, gelê Ereb, Suryan, Tirkmen û Durzî’ Rêber Apo bi vê felsefê yekîtiya van gelan ava kir.

RÊBER APO GOT: ‘TOLA MIN JI SÛRÎ RADIKIN’

Dewleta Tirk 9’ê Cotmehê 1998 mecbûr kirin bi êrîş û gef xwarina xwe hêzên komploger ku Rêber Apo ji Sûrî derxîne. Rêber Apo got ku ‘ez derketim ji bo ku zerar negihêje Sûrî.’Got; ‘tola min ji Sûrî radikin’. Ji bo vê ewqas bi kîn, bi hêrs û bi faşîzane bi ser erdnîgariya gelê Sûrî û li ser gelê Kurdistanê diçin. Niha mijara Idlib ji xwe hebûna Tirk li wir pirsgirêkê. Ji xwe dagirkeriye. Êrîşê Sûrî dike û dagir dike, koçberiyê çêdike û li ser vê koçberiyê jî siyaset dike. Gotinek di siyaseta Osmaniya de jî hebû “perçe bike, belav bike û rêve bibe.” heman siyasetê niha jî dike. Perçe dike, koçber dike û dibêje ya min e. Binêrin ev çend rojin ew bi dehan çetên ku li wir in kom kirine û di Idlibê de ji wan re navendekî mezin çêkiriye. Herî dawî Baxdadî di sînorê wî de bû, dibêje divê kesekî nêzîkî van jî nebe. Rejîma Sûrî dixwaze erdê xwe ji çetan paqij bike, dibêje divê tu ji vir bikşî. Bidêje; ‘min wext daye Sûrî divê li dora nûqteyên çavdêriyê min vekişe’. Dibêje tu ji erdê xwe vekişe bila ji min re be. Ewqas bêehlaq nêz dibe.

RUSYA DESTÛR DA ÊRÎŞÎ KURDAN BIKE

Ji bo vê jî nêzîkbûna Rûsya, nêzîkbûna hêzên ku hebûna wan di wir de ye tê zanîn. Rûsya vîze dide ku Kurda tine bike li Efrînê, bi esmanî rê da Tirka ku êrîş bike. Emerîqa jî heya cihekî bi Tirka re ewekî çêkir vê carê jî êrîşê Grê Spî û Serêkaniyê kir. Her du jî li ser hebûna gelan û azadiya gelan bazara dikin û pêşkêşî hev dikin. Siyasetekî bêehlaq ku berjewendî têde ye.

ÇARESERÎ YEKÎTIYA GELAN E

Çareseriya vî çiye? Çareseriya vî yekîtiya gela ye. Konfederalîzma demokratîke. Rêveberiya xweser in. Ku ev jî niha li Bakur û Rojhilata Sûrî ev jiyan û model berdewam dike. Herî dawî êrîşê Tiltemîr meclîsa Siryan kirin 6 endam şehîd kirin. Ez wan bi bîrtînim. Gelê Asur û Siryan hejmarek pir kêm di vî erdnîgariyê de mane. Ku bi milyonan jiyan dikirin. Xwediyê dîrokekî kevnarin. Hemiyan ji van deveran derxistin koçber kirin, qetilkirin û qirkirin. Niha jî êrîşê wan dike. Ev nêzîkbûnên hêzên desthilatdar jî dewleta Tirk ji van nakokiyan sudwerdigre. Ew bûyerên ku li Idlîbê pêşdikevin ev in. Dibê kî wan çeta dewleta Tirk li gorî xwe çêdike û rêdike cihê din. Dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî têrê nekir, Idlib têrê nekir, niha ber bi Lîbyayê diçe. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî deriyê xwe ji koçberên Idlibê vedike û xwedî derdikeve. Tirkiye êdî nikare di navbera her du hêzan de listok bilîze. Ji ber ku rûyê wî yê reş derketiye holê û siyaseta wî têk çûye.

NEXŞERÊYEKE YEK ALÎ, BI ZORÊ FERZKIRÎ Û VÎNA GELÊ FILISTÎNÊ NÎNE

Ev plana di navbera Israîl û Serokê Emerîka Trûmp de hate îmze kirin û hate weşandin. Naxşerêyekî yek alî ye. Bi zorê ferzkirine. Di nava vê de vîna gelê Fîlîstîn ya siyasî nîne. Gelê Filîstîn dîrokekî tekoşînê ye. Berxwedanekî wê ya dûr û dirêj heye. Bedelê vê pir giran daye. Di Rojhilata Navîn de gelê Filîstîn bi tekoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi şoreşgeriya xwe di dîroka Rojhilata Navîn de cihekî pir bi wate ye. Em jî weke Tevgera Azadî di sala 80’î û 90’tî de pişgiriyê vê berxwedanê kir û di eniya de li hemberî êrîşên faşîzane ê Siyonist şehîd jî dane. Dîrokekî xwe yê wisa jî heye. Di navbera Filîstîn û Îsraîl de hevditînê 1993’an despê kirin. Rêveberiya Filîstîn êdî ji xetê dûrketin jî çêbû. Em nikarin niha sedemên van rewşa hemû şîrove bikin. Niha di nav Filîstîn de jî perçebûnekî mezin heye. Dîsa wekî dewleta Tirk dest avêtin wir jî. Niha dewleta Tirk li ser hinek rêveberiyê li ser gelê Filîstîn ku niha xwe wek desthilatdar dibînin, dest avêt wir jî û siyaset li gor vê dikin.

RÊBAZA RAST NASKIRINA VÎNA VÎ GELÎ YE

Ev rewş pirsgirêka çareseriya gelê Filîstîn jî giran dike. Ev naxşerêya ku hatiye derxistin jî yek alî û yek milî ye. Gelê Israîl jî gelekî vê heremê ye. Divê ew jî bijî û cihê xwe di demokrasiyê de bigre, di nava aramiyê de bijî, lê belê çareserkirina vê bi vî şêwazê nabe. Tinekirina yekî xwe li ser dane diyarkirin ev siyaseta desthilatdara ye. Dixwiyê ev nakokî wê berdewam bikin. Xwezayî gelê Filîstîn ev yek qebûl nekir. Hêzên serdest bi vî şêwazê nikarin bigihijin encam. Heman tişt li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî pêk anîn. Ê êrîş kir û dagir kir dewleta Tirk bû, çûn di nav xwe de hevdîtin çêkirin û gotin divê hûn agirbest çêkin lê îrada gelê heremê têde tinebû. Ev rêbaz bi xwe re çareseriyê nayne. Rêbazê rast çiye? Rêbazê rast vîna vî gelê naskirine. Gel karibe bi vîna xwe, bi parastina xwe, bi rêxistinbûna xwe ve çareseriya xwe deyne holê. Em carekî din tên li ser felsefe, paradigma û tekoşîna Rêber Apo a gelê Kurdistan. Çareseriya vî hemû di vir de ye. Gelê Filîstîn di sedsala pêşiya me de bi taybet pêvajoya ku têde ye, pêvajoyên derbasbûyî encam derxîne çima hate vê astê û ev tiştên li ser tê ferzkirin elbet vîna wane û girînge.

EV SAL SALA HÊ ZÊDETIR XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE

Gelê me 21 sal tekoşînekî bêhempa û gelekî bi nirx, bi rûmet da meşandin. Di vê 21 salê derbasbûyî de komplo nehiştin bigêje armancê xwe. Di vê sala pêşiya me de jî wekî hevrê Viyan jî daye diyarkirin, bi tecrîtê re û bi esareta Rêber Apo re jiyîn, gelê Kurd qebûl nake. Par sala 2019’a tekoşînekî pir mezin hate kirin. 200 roj greva birçîbûnê çêbû. Piştre vegûherî rojiya mirinê. Ewropa jî di nav de 9 kes şehîd ket. Dîsa berxwedana mezin a gelê me li pêş ket. Berxwedanên zindanan, sekna gerîlayê azadiyê, jinê Kurd ku Rêber Apo got ‘komplo li ser jinê jî bû’. Ê ku di vî astê de azadiya jinê bi rêk kiriye, bi plan kiriye, bi paradigma kiriye, bi ilmê azadiya jinê kiriye (jineolojî) Rêber Apo ye. Sedemekî ku Rêber Apo di tecrîdê girtine xeta azadiya jin e. Ji ber ku jin di vê ferasetê de mezin dibe. Azadiya xwe têde dibîne. Ciwanê Kurdistanê cara yekemîn di Rojhilata Navîn de ciwan bi ciwantiya xwe xwedî vîn, xwedî rêxistin, xwedî tekoşîn e. Ev komploya 21 sal in berdewamin li ser xwe dîtin û tekoşîn kirin. Tekoşîna me dayî heya niha negihiştiye komplo bigihêje armancê xwe û vîna gel mezin kiriye, heya astekî aniye. Wek Tevgera Azadiyê elbet em vê têr nabînin. Em bi xwe jî rexne û rexnedayîna xwe didin. Hîna jî Rêber Apo di bin esaretê de ye. Ji xwe berdewamiya tecrîd ê îsrar kirina komploye. Di vê sala pêşiya me de ev tekoşîna ku heya niha hatiye dayîn milê wî yê erênî hîn mezin kirin, milê kêm mane elbete weke Tevgera Azadiyê, kadro, milîtan û gelê Rêber Apo para xwe jî têde bibîne. Rêber Apo di dema komployê de çi got? Got: ‘Dostê sexte, hevrêtiya kêm’ ez di vê baweriyê de me ev pêvajoya li pêşiya em carekî din bi hemû awayî bi rêxistinkirî, bi rêbazekî xuliqkarî, hîn bi şêwazekî pêşketî divê em li derdora Rêber Apo xeta berxwedanê mezin bikin. Em navenda vê tekoşîna mezin şikandina vê tecrîtê û şert û mercên Rêber Apo afirandin bikin. Ev sal viya dide diyarkirin.

ÇALAKIYAN XURTIR BIKIN Û BIDOMÎNIN

Niha ji xwe gelê me di tevgerê de ye. Wekî her sal li Ewropa meşên dirêj destpê kirine. 15’ê mehê mitîng, protesto û çalakiyên mezin hene. Li beşên din ê Kurdistan, li Rojava, li Başûr, li MaxmÛr, li Şengal, li BakUrê Kurdistan, li Rojhilatê Kurdistan çalakî destpê kirine. Rastî jî Rojhilatê Kurdistan vînekî mezin di dema komployê de danî holê û bi rêbertiya xwe xwedî derket. Di vî demê de jî bi giştî ev tekoşîn dîsa berdewam bike. Bi vî minasebetê banga min li herkesekî/ê heye ev çalakiya 15’ê Sibatê tenê bi 15’ê Sibatê re sînordar nemînin. Êdî pêvajoyekî nû heye. Divê startekî nû bigre û berdewam bike. Sala 2020 ji çalakiya 15’ê Sibatê destpê bike heya 8’ê Adarê, 21’ê Adarê heya 4’ê Nîsanê berdewam bike. Her wiha di nava salê tevahî de ev tekoşîn bê bilind kirin. Tenê tecrîd şikandin na, ber bi azadiya Serok Apo misogerkirin helwesta me wê ev be. Banga min kesên dîsa rewşenbîr, hunermend, azadîxwaz re heye. Ji ciwana re û ji jina re heye. Ji gelê enternasyonal re heye ku niha fikir û ramanê Serok Apo ji xwe re weke hêvî dibînin, divê xwedî ji vê derkevin. Konferansê çêdibin, çalakiyên çêdibin vana hemû dide diyarkirin ku sala 2020 em bi biryarin sala tevahî azadiya gelan û azadiya Rêber Apo misoger bikin. Deynê xwe em ê wisa bidin. Azadiya me girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Tevgera me ji her demekî zêdetir bi hêz e, gerîla azadiyê xwedî seknekî ye di bin hemû şert û mercan de ew tekoşînê mezin dike û Rêber Apo xwedî derdikeve. Bi hezaran berxwedêrên zindana hene silavê xwe rêdikim. Rixmê di bin şert mercên pir giran de jî dijîn, tenduristiyên wan pir di xeteriyê de ye û şehîd jî di bin wan şert û mercan de didin. Ez berxwedana wan jî silav dikim. Ev sala nû ku em niha têde ne, bi hemû awayî hêzên komploger, fereseta baviksalarî têk bibin û jiyana hevbeş, a demokratîk misoger bikin. Li ser vê esasê ez vê tekoşînê ji niha ve silav dikim.”