Avci: Şaredariyan talan dikin

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstefa Avci yê ji erkê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate danîn, diyar kir ku şaredariyan talan dikin.

Li ser hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê re salek derbas bû. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya hema bêje dest danî ser hemû şaredariyên HDP’ê, bi vê yekê rê neda ku projeyên şaredariyên HDP’î bikevin meryetê û bi qeyûman şaredarî talan dikin.

HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê de li Wanê bi ferqek mezin bi ser ket. Li Ebex, Artemêt û Tûşbayê namzetên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BHQ) de ji kar hatibûn girtin, kirin hincet mazbatayên wan dan namzetên AKP’î. 7 hevşaredar bi direngî jî be namzetên xwe girtin. Piştî 3’ê meh û nîv şûnde 19’ê Tebaxa 2019’an li gel Şaredariyên Amed, Mêrdîn şaredariya Wanê hatin desteserkirin. Li şûna hevşaredarên HDP’î qeyûm hatin danîn. Herî dawî meha borî bi qeyûman dîsa şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstefa Avci yê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku di nava wan sê meh û nîvan de bi perspektîva ‘Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin’ ketin nava tevgerê. Avci got: “Me hemû karên qeyûman tehşîr kir. Di nava mehê de nêzî 4,5 heta 5 milyon teserûf me kir. Meha bêje li hemû taxan me civînên gel çêkir. Serdana saziyên li nava bajar hatin kirin, bê ferq û cudahî li gel keyeyên hemû tax û navendan civîn hatin kirin. Daxwaz hatin guhdarkirin û li yek navendê hatin komkirin. Karê di demê kin, navî û dirêj de bê kirin bi planeke stratejîk hate amadekirin.”

HER CÛRE SÛC TÊ KIRIN

Avci bîr xist ku niha kî/ê zane li şaredariyê çi diqewimin vê ji gel vedişêrin. Avci diyar kir ku bi bendên beton ên li dorî şaredariyê raçandine, ji gel re şaredariyê digirin û got: “Li bel bi awayekî fîlî fesehkirina meclîsên şaredariyan guman hene ku gelek tişt ji raya giştî tê veşartin. Weke hûn dizanin şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatin kirin, bi dizî, talan û nelirêtiyê bûn rojev. Şaredariyên dagirkirine, talan dikin.

TEXRÎBATÊN MEZIN HENE

Avci diyar kir ku ne ti pîvan û ne jî exlaqê vê hişmendiyê heye û wiha pêde çû: “Em di dema duyan a qeyûman de bi texrîbateke pir mezin re rû bi rû bimînin. Çi dibe bila bibe, li kû dibe bila bibe em ê li dijî hişmendiya talanker, mêtinger a qeyûman bi şaredariyên sosyal li gel gelê hejar û kedkaran cih bigirin. Dibe ku em ji erkê hatibin girtin, her demê weke nûnerên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin xwe dibînin û em ê cihê xwe biparêzin, di nava gel de erka xwe pêk bînin û li pişt soza me dayî bin.