Avahiya HDP’ê ya Amedê hatiye dorpêçkirin: Polîs rê nadin ketina hundir-NÛ BÛ
Polîsên Tirk dor li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê girtiye. Polîsên ku bi bendan ketina avahiyê astengkirin, rê nadin ku tu kes bikeve hundir.
Polîsên Tirk dor li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê girtiye. Polîsên ku bi bendan ketina avahiyê astengkirin, rê nadin ku tu kes bikeve hundir.
Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsên li pêşiya avahiya partiyê ku bi mehanin xistine dorpêçê, saet derdorî 11:00 ketina avahiyê bi bendan dorpêç kirin. Polîsên ku ketin avahiyê girtin, rê nedan kesên di hundir de jî derbikevin derve.
Di dîmenên ji aliyê endamên partiyê ve hatine kişandin, dixuyê ku endamên partiyê yên ku parlementer jî di nav de bi amîrên polîsan li ser rewşê gotûbêj dikin.
Endamên partiyê yên din jî bi dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ polîsan protesto dikin.
HEWL DIDIN ÇALAKIYÊ ASTENG BIKIN
Polîs ji bo daxuyaniya ku wê di derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de bê dayin, asteng bikin ketina avahiyê girtine. Hate ragihandin ku rê nadin ku endamên partiyê derkevin derve.
Her wiha polîsan avahiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) jî dorpêç kirine.