'Aştî bi rakirina tecrîdê dibe'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir, li Girtîgeha Îmraliyê 20 sal in tecrîd bi rêk û pêk didome û got: "Tecrîd bandorê li gelên Rojhilata Navîn hemûyan dike."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa tenduristiyê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 68 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye ji ANF'ê re axivî.

'AŞTÎ NAYÊ TECRÎDKIRIN'

Guzel bi bîr xist, li Girtîgeha Îmraliyê 20 sal in tecrîd bi rêk û pêk didome û got, "Tecrîd tenê bandorê li Îmraliyê nake, bandorê li gelên Rojhilata Navîn hemûyan dike. Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiye ji hiqûqê dûr ketiye. Sedema kaosa li Tirkiyeyê tecrîdkirina Birêz Ocalan e, ji bo Tirkiye bi aram bibe divê demildest tecrîda girankirî ji holê rabe. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Birêz Ocalan Rêberê Gelên Kurdisanê ye û bi milyonan kesî ew weke rêber û îradeya xwe ya siyasî destnîşan kiriye. Pêşî li raman û îradeya mîlyonan nayê girtin. Aştî nayê tecrîdkirin."

'DI ŞEXSÊ BIRÊZ OCALAN DE CIVAKA TIRKIYEYÊ HATIYE TECRÎDKIRIN'

Guzel destnîşan kir ku heta 3 sal berê li vî welatî kes nedihat kuştin û wiha pê de çû: "Dinya tev di serdema diyalogê de bû şahîdê aştî, demokrasî û azadiyê. Lê piştî 5'ê Nîsana 2015'an di şexsê Birêz Ocalan de her kes hate tecrîdkirin. Ev tecrîd tenê bi Birez Ocalan re bi sînor nema û sînorên Îmraliyê derbas kir. Tecrîda girankirî di şexsê Birêz Ocalan de li civaka Tirkiye û hêzên muxalif tê ferzkirin. Ji bo aramî û aştiya vê xakê divê tecrîd ji holê rabe."

'REWŞA TENDURISTIYÊ YA GUVEN KRÎTÎK E'

Guzel bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku 68 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û got, "Rewşa tenduristiyê ya Guven krîtîk e, tansiyona wê tim diguhere, sergêjînek pê re çêdibe, tiştên avî bi zorê dikare vexwe û  heta niha 14 kîlo li xwe kêm kiriye. Rewş niha krîtîk e. Guven berê ji ber hin nexweşiyên xwe emeliyat bûbû. Birêz Guven divê bi rêk û pêk dermên bistîne. Ji ber temenê wê jî mezin bûye hevsengiya tansiyonê jî derdikeve holê. Li girtîgehên din jî pewistiya girtiyên di grevê de ne nayên bicihanîn. Vitamîna B li gel ku mecbûriyeteke yasayî ye nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên di grevê de ne di odeyên yek kesî de tên girtin û wan didin ber mirinê."

'DEWLET JI RAMANÊN OCALAN DITIRSE'

Guzel da xuyakirin ku ji bo dengê çalakiya Guven neyê bihîstin, hikumeta faşîst serî li her rê û rêbazê dide û herî dawî got, "Hikumeta faşîst ji bo çalakiyên li girtîgehan belav bûne û dengê wan bifetisîne bi awayekî çavsorane êrîş dike. Raya giştî û çapemeniya Tirk xwe li vê berxwedanê ker û kor kiriye. Desthilatdarî li xwe mikur tê û dibêje, 'eger tecrîd bi dawî bibe wê demê wê dawî li desthilatdariya min jî bê'. Ji ber vê yekê dewlet ji ramanên aştiyê yên Ocalan ditirse û ji bo vê yekê jî tecrîdê giran dike."