Arslan: Li Kurdistanê hişmendiya qeyûm hate rûxandin

Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan encamên hilbijartinê nirxand û got, ''Gel serê xwe ji polîtîkayên tirsandinê, pirnisandinê re netewandiye. Li Kurdistanê hişmendiya qeyûmê hatiye tertûbelavkirin.''

Hevserokê HDP'ê Mehmet Arslan got di hilbijartina 31'ê Adarê de  stratejiya HDP'ê ya li Tirkiyê, li dijî tifaqa Cumhur  serkeftineke mezin bi dest xistiye û li Kurdistanê jî hişmendiya qeyûm hatiye tertûbelavkirin.

Arslan her wiha got, niha rojeva wan a sereke tecrîd e û ew ê tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin bername û bi vê çarçoweyê bixebitin.

Aslan got tecrîd ne tenê bi Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne sînordar e, ew ê bi peywir û berpirsyariya xwe rabin.

Arslan got di hilbijartina 31'ê Adarê xebatên tifaqê kirine, hem li Tirkiyê bi derdorên çepgir, sosyalîst û demokratîk re tifaq danîne û li Kurdistanê jî bi partiyên Kurdî re tifaq anîne û di ser HDP'ê re ew ketine hilbijartinê.

Arslan li ser DBP'ê got, DBP pirsa Kurd ji xwe re bingeh dibîne û rêziknameya xwe jî li gor vê daniye, ji bo vê jî rewş tenê bi hilbijartinê re sînordar namîne, DBP wê misyon û rola xwe ya beriya hilbijartina 31'ê Adarê bi heman rengî bidomîne.

'HDP ENCAMEKE GIRÎNG BI DEST XIST'

Arslan bi bîr xist, HDP ji bo ku li nav Tirkiyê bi tifaqa Cumhur bide windakirin biryar li ser dane ku destekê bidin endamên xurt û sedema wê ji nêzîkatiyên polîtîk û îdolojîk ên wan partiyan zêdetir, bi mebesta qelskirina hişmendiya AKP'ê ye ku dixwaze dahatuya Tirkiyê tarî bike û got, HDP di vê siyaseta xwe de  encameke girîng jî standiye. Aslan got, ''Li Stenbol, Enqere, Entalya, Edene, Mêrsîn, Hetay jî di nav de li gelek bajaran ziyaneke mezin gihaştiye ser AKP'ê. Bajarên navborî ji hêla aborî û sinayiyê ve ew bajar bûn ku Tİrkiye dikirin Tirkiye.''

TIFAQA BI PARTIYÊN KURDÎ RE GIRÎNG E

Têkilî tifaqa bi partiyên Kurd re Arslan got, ''Ez tifaqa bi partiyên Kurd de ya di hilbijartinên xwecih ên 31'ê Adarê de ji bo tifaqa netewî girîng dibînim'' û domand, ''Ez rast nabînim bê ka partiyên Kurdî ji bo bidestxistina şaredariyan çendî bandor kirine. Ji bo me ya girîng ew e ku ji polîtîkayên ku xizmetê ji bo yekîtiya me ya neteewî re dikin, encamê bistînin. Ji bo vê jî ez protokola bi wesîleya hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê û çêbûna tifaqê girîng dibînim.'' Aslan bi berdewamî got ew bawer dike ku ev tifaq wê xizmetê ji yekîtiya netewî re bike, gavek e û destpêk e.

'LI BOTANÊ DEMOGRAFÎ GUHERANDIN'

Arslan bal kişande ser atmosfera hilbijartinê û got ne li Kurdistanê û ne li Tirkiyê hilbijartin bi pêvajoyeke demokratîk çênebû, AKP-MHP'ê hemû hêza dewletê ya madî û manewî dane pişt xwe, kirine ku muxalefet nikaribe xebatên hilbijartinê bike û got li Kurdistanê, zext û zordariya li ser wan gelekî dijwartir bûye, li gorî ya li Tirkiyê, hilbijartin li ser nîqaşên Kurdistan  heye yan nîn e hatiye kirin, hatiye rewşa ku Kurdan ji ser xaka wan biqewirînin.

Arslan got mîtîngên wan li ser siha leşker û polîsan derbas bûye, nehiştine ku gel were qada mîtîngê û got, ''Her wiha li hin qadên stratejîk, bi dengên ku ji derve hatine veguhaztin, bi hilbijêran re, li Kurdistanê û nexasim li ser xeta Botanê û Şirnexê avahiya demografîk hatiye guhartin. Ji der ve mirov anîn wir. Polîs, leşker û malbatên wan anîn. Li Şirnexê, roja hilbijartinê ev dîmen derketin holê.''

JI DERVE ANÎN

Arslan got nifûsa Êlkê 5 hezar e lê li wir hijmara dengên ku hatine bikaranîn pir zêdetir e, li Qilebanê jî li gel ku nifûs pir kêm e, gelek leşker, polîs, cerdevan anîn wir û bi hevsenga hilbijêran lîstin. Aslan her wiha got li Şirnexê ferqa dengên ku 31'ê Adarê hatine bikaranîn û yên 24'ê Hezîrana 2018'an 10 hezar e û got, AKP li Botanê, Şirnexê bi ser neketiye, bi zorê, bi rêyên ne hiqûqî û rêbazên gemarî şaredarî hatiye desteserkirin.

AKP'Ê HIN BAJAR DAGIR KIRIN


Arslan her wiha domand, ''Di encamên hilbijartinê ya Şirnexê de HDP 160 hezar deng standine, AP 42 hezar. AKP nikare temsîla Şirnexiyan, Botaniyan bike. Şirnex bi polîtîkayên gemarî yên AKP'ê hatiye desteser kirin. Ev ji bo Mûş, Melezgirt, Wêranşarê jî wiha ye. Li Xalfetî jî hate dîtin, 3-4 hezar polîsên ku ji Mêrsîn û Edene anîn bi unîformayên xwe deng dan. Hate dîtin ku leşker bi konvoyan çûne ser sindoqan. Dîmenên wiha, ku wek ew bajar hatine dagirkirinn, dan.''

TECRÎD LI SER AZADIYÊ YE

Arslan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û got, ''Rojeva me tecrîd û grevên birçîbûnê ne. Dema hilbijartinê me hewl da ku van mijarên krîkt û nazik bi hev re bibibin. Carinan van mijaran didan pêşiya hev lê ji niha û pê de, piştî ku nirxandinên li ser vê pêvajoyê qediyan, em ê tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê bikin bername, bi vê çarçoweyê xebatan bidomînin.

Arslan got ew tecrîdê tenê mîna rewşeke ku li ser Ocalan tê meşandin, nabînin  û got, tecrîda li ser Ocalan a dij mirovî ne tenê bi Ocalan û Kurdan re sînordar e, tecrîd li ser azadiyê hatiye danîn û got, ''Tişta ku me ji tecrîdê derxistî ev e.''

GEL SERÊ XWE JI POLÎTÎKAYÊN TIRSÊ YÊN AKP'Ê RE NETEWAND

Arslan bi domdarî got li ser vê mijarê ew ê hewl bidin planên têkilî tecrîdê û grevên birçîbûnê pêk bînin û ew hêvî dikin ku ji encamên vê hilbijartinê hem yên li Kurdistanê û hem yên li Tirkiyê desthilatdarî wê bibîne ku ti encam nayê standin û AKP dev ji van polîtîkayên xwe yên gemarî biqere.

Arslan got ji aliyê wan ve encamên hilbijartinê yên li Kurdistanê û Tirkiyê ev derxistiye holê, ''Li Kurdistanê hişmendiya qeyûm hatiye têkbirin. Li Rojava jî AKP hemû hêza xwe ji dest daye. Ji niha û pê de wê meşrûbûna AKP'ê were nîqaşkirin.''

HETA KU TECRÎD RANEBE ŞAREDARÎ TÊRÊ NAKIN

Arslan got di nav pêvajoya xebatan de gel tim pirsa grevên birçîbûnê li wan kiriye, nasnameya rêbertiyê ya Ocalan li nav Kurdan hatiye qebûlkirin û gel pirsa, ''Rewşa Ocalan wê çawa be?'' ji wan hatiye pirskirin.
Aslan got Kurd dixwazazin di hilbijartinê de bi ser bikevin lê dizanin heta ku meseleya Kurdan çaerser nbe û tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe şaredarî bi serê xwe wê têrê nekin.