Asayîşa PDK’ê avête ser mala endamê Tevgera Azadî

Asayîşa PDK’ê, avêtin ser mala endamê Tevgera Azadî Emîn Oremarî ya li bajarokê Şêladizê ya Dihokê.

Asayîşa PDK’ê, avête ser mala endamê Tevgera Azadî Emîn Oremarî. Serdegirtin di saet 21:45’an de pêk hat. Ji ber ku Oremarî ne li malbû nehate binçavkirin.

Oremarî têkildarî serdegirtinê ji Rojnews re axivî û wiha got: “Bê ku biryara dadgehê hebe avêtine ser mala min. Dema ku di saetên şevê de ji bo serdana mala hevalekî xwe avêtine ser mala min. Asayîşê li malê pirsa mink iriye û ji zarokan jî pirsa ‘kî tên malê, kî diçe’. Piştî kontrolkirina malê ya demekê û şûnde çûne.”