Asayîşa Şêxan xebatên Çira TV li Laleşê qedexe kir

Asayîşa Şêxan destûr neda ku nûçegihanên Çira TV merasîma diyarkirina mirê nû yê Êzidiyan bişopîne û dest danî li ser kamerayên ekîba Çira TV. Li aliyê din 3 xebatkar hatin destgîrkirin û piştre hatin berdan.

Ekîba Çira Tv, weke her kar û xebatê, rê û rêsmê olî û civakî yê li Laleşa Nûranî dişopand, 27'ê Tîrmehê jî xwest merasîma diyarkirina Mîrê nû bişopîne. Lê belê Asayîşa Şêxan destûra vê yekê neda, xebatkarên Çira Tv Sadam Xankî, Şermîn Mîrza û Şêx Celal destgîr kirin.

Li aliyê din esayîşê dest danî ser kamerayên ekîba Çira Tv û got, destûr nîne Çira Tv li vir xebatê bike. Heman rojê xebatkarên Çira Tv hatin berdan û kamerayên wan jî 28'ê Tîrmehê hatin radestkirin. 28'ê Tîrmehê jî asayîşa Şêxan xebatkarên Çira Tv xistin ber lêpirsîneke giran û gef li wan xwarin.

Berpirsê asayîşê ji wan re got, "em hew destûra Çira Tv li herêmê didin. Divê hûn destûra weşanê werbigirin."

Xebatkarên Çira Tv jî gotin, "me çendî caran daxwaza destûra kar û xebata li Laleşê kiriye, lê belê bêbersiv hatiye hiştin."

Berpirsê asayîşê li vê derê, gef li xebatkarên Çira Tv xwar û wiha got: "Heke hûn bi navê Çira Tv li Şêxan xebatê bikin, emê we bigirin. Wê dadgeh we bidarizîne û biavêje hepsê."

Hêjayî gotinê ye, ekîba  Çira Tv, her kar û xebatên civakî, olî û çandî li Laleşa Nûranî ji bo civaka Êzidî dişopand. Cejn, rê û resmên olî, nûkirina Laleşa Nûranî û her devera wê, bi kurt û kurmancî her livûtevgera li Laleşa Nûranî digihand temaşevanên Çira Tv. Ji ber ku deng û rengê Êzidxanê ye, Endamên Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan, binemala Mîran, micewir û xilmetkarên Laleşê bi awayekî xwedî bawerî, dengê xwe digihandin Çira Tv. Ji ber vê yekê gelek caran ji ber kar û xebata Çira Tv, weke televîzyoneke Êzidiyan, malavahiya wê ji aliyê Meclîsa Rûhanî, binemala Mîran û xilmetkarên Laleşê ve dihat kirin.

Niha çav li Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan e, ku wê li hemberî vê pêkanînê çi helwestê nîşan bide.

Çira Tv deng û rengê Êzidxanê ye.

Bi vî şîarê weşana xwe ji bo tevahiya civaka Êzidî dike... Ew civaka Êzidî ya bûye hedefa bi dehan fermanên xedar, ji bo li ser piyan bimîne, çanda xwe ya kevnar û ola xwe ji dest nede, di nava hewldaneke mezin de ye.

Ji bo vê yekê jî li Laleşa Nûranî kar û xebateke zêde dike, ji bo rê û rêsmen Êzdayetiyê bi awayekî pîr û pak ji tevahiya temaşevanên xwe re ragihîne.