Li gorî nûçe û dîmenên ajansa NRT’ê parve kirî, 27’ê Îlona 2018’an hêzeke ji artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî, çekên giran û 2 kepçeyên ji bo çêkirina rê û baregehan ketine gundê Şapan ê girêdayî Sîdekan ê Başûrê Kurdistanê.
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng in, ne jî daxuyaniyek di derbarê van êrîşî û hewldanên dagirkeriyê de didin.
Ne cara yekem e ku artêşa Tirk sînorê Herêma Kurdisan û serweriya xaka Iraqê binpê dike. 31’ê Gulana îsal dîsa hêzeke artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî ketibûn gundên Brmîze yên li herêma sînorê Sîdekan û girêdayî bajarokê Soran.
Ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker 16’ê Îlonê encûmena asayîşa Iraqê di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biyara hêzên ewlekariyê divê li ser sînorê Iraq û Tirkiyeyê ji bo pêşî girtina dagirkeriyê bên bicih kirin dabû.