Artêşa Tirk li Gabarê agir bi daristanê xist

Artêşa Tirk li qada navbera Çiyayê Gabarê û bajarokê Findikê yên Şirnexê agir bi daristanê xist.

Hate ragihandin ku şewata li daristana Çiyayê Gabarê ji ber gulereşandin û bombardûmana ji Qereqola Akdîzgîn a li bejahiya navçeya Basayê hatiye derxistin.

Şewata ku şeva Yekşemê dest pê kir heta roja Duşemê danê nîvro di nav navbera navçeya Basa û bajarokê Findikê dewam kir.

Mîna şewatên beriya niha li Kurdistanê hate derxistin, di vemirandina vê şewatê de jî rayedarên Tirk tiştek nekirin.