Artêşa Tirk li Dersimê kesek qetil kir

Artêşa Tirk di encama bomberdûmana  operasyona li nêzî Gundê Han ê navçeya Qislê ya Dersimê lidar xistî de, welatiyê bi navê Ercan Guneş qetil kir.

Li nêzî gundê Han ê bi ser navçeya Qisle ya Dersimê ve di çarçoveya operasyona leşkerî de herêm hat bombebarankirin. Di encama bomberanê de welatiyê sivîl yê bi navê Ercan Guneş jiyana xwe ji dest da.
Beriya 2 rojan operasyona leşkerî destpê kiribû, derdora gund û navenda gund bi helîkoptêrên Kobra hat bomberankirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Erdan Guneş ê ajokariya minîbusê dike di bomberanê de duh jiyana xwe ji dest daye. Guneş ê jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê tê ragirtin.

Welatiyê bi navê Mûstafa Ûçan ê ku li herêma operasyonê mêşvaniyê dikir dema xwest ji herêmê derbikeve hat binçavkirin û birin navenda Dersimê.