Artêşa Tirk li Bamernê 2 zarok qetil kirin
Artêşa Tirk a dagirker li Bamernê welatiyên ku ji bo geştê çûbûn nava zeviyan, bombebaran kir. Di encama êrîşê de 2 zarok hatin qetilkirin.
Artêşa Tirk a dagirker li Bamernê welatiyên ku ji bo geştê çûbûn nava zeviyan, bombebaran kir. Di encama êrîşê de 2 zarok hatin qetilkirin.
Balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker welatiyên gundê Zîweser a ser bi Bamernê ku ji bo geştê çûbûn nava zeviyan, bombebaran kir.
Hate zanîn ku di encama êrîşê de du zarokên temenê wan di navbera 6 û 7 salî de hatine qetilkirin. Her wiha birîndar jî hene, lê hejmara birîndara nayê zanîn.