Artêşa Tirk Çiyayê Cûdî jî dişewitîne

Di encama bombebarana SÎHA ya li herêma Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şewatek mezin çêbû.

Li herêma Çiyayê Cûdî yê dikeve beramberî bajarokê Gundikê Melê yê 10 kîlometre ji navenda Şirnexê dûr e, şewateke mezin çêbû. Şevê din Balafirên Bê Mirov (SÎHA) bombe li herêmê barand û vê sibê li herêma ku operasyon lê hatî destpêkirin, herêma bi daristan tune bû.

Li herêmê bax û baxçeyên gundiyan zirareke mezîn dîtine û şewata li herêmê her diçe berbelav dibe. Li herêma ku şewat derketî di saetên sibê dengê çekan hat.

Li herêma navborî di rojên derbasbûyî de jî şewat derketibû û herêma bi daristan zirareke mezin dîtibû.

Artêşa Tirk a dagirker ku li gelek herêmên Kurdistanê operasyon daye destpêkirin, daristanên Kurdistanê dişewitîne.