Armût: Qeyûm dijminatî ye

Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût ku wezîfeya wê hate desteserkirin, destnîşan kir ku qeyûm dijminatiyê dike û dixwaze bajêr bi temamî desteser bike.

Şaredariya Colemêrgê ya HDP'î du serdeman bi destê qeyûman hate desteserkirin. Qeyûmê destpêkê sala 2016'an hate tayînkirin, yê duyemîn jî sala 2019'an hate bicihkirin. Bi vî rengî xizmetên li bajêr rawestiyan, şaredarî bû cihê rantê.

'ARMANCA WAN DESTESERKIRINA BAJÊR BÛ'

Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût destnîşan kir ku armanca qeyûman desteserkirina bajar û îradeya gel bû û got, "Du serdem in li Colemêrgê heman stratejî tê bicihanîn. Heman rejîm du serdem in dewam dike. Desteserkirina şaredariya li Colemêrgê ji aliyê qeyûman ve, nêzîkatiyek tunehesibandina îradeya gelê kurd e. Tayînkirina qeyûman dijminatî ye. Bi sîstema qeyûm di navbera gelê Kurd û gelan de bingeha şer tê amadekirin. Mejiyê qeyûman jî bi temamî ji bo vê ye. Em îro vê yekê dibînin. Piştî ku qeyûm hate bicihkirin, hate dîtin bê bajar çiqasî hate xerakirin. Me dît ku çand, huner, zimanê bajarekî çawa hatin tunekirin, weke amûreke şer çawa hate bikaranîn."

'BAJAR DORPÊÇKIRÎ YE'

Armût bi dewamî got, "Mejiyekî welê heye ku rêveberiyên xwecihî qebûl nake. Hewl didin ku rêveberiyên xwecihî lawaz nîşan bidin û demokrasiyê têk bibin. Bi xurtbûna rêveberiyên xwecihî re welatek xurt dibe, xurtbûna rêveberiyên xwecihî tê wateya xurtbûna demokrasiyê. Dema ku ev polîtîka hate meşandin hingî aramî dikeve nava gel. Lê belê îro berevajî vê tê kirin. Li şûna vê lêçûn li polîtîkayên şer tê kirin. Bi feraseteke milîtarîst bajar di nava dorpêça hêzên dewletê de ye. Hewl didin ku gel bitirsînin. Em hemû dibînin ku qeyûm çareserî nîne. Em tevlî hilbijartinê dibin. Armanca qeyûman ew e ku bajêr bêçare bihêlin. Bêguman li dijî sîstemê gelekî berxwedêr heye."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ SAZIYÊN JINAN HATE KIRIN'

Armût diyar kir ku bi desteserkirina qeyûm re saziyên jinan hatin tunekirin, saziyên jinan bi destê mêran hatin birêvebirin û bi bîr xist ku bi şaredariya gel re di sala 2016'an de Navenda Jinê ya Binevş hate avakirin. Armût got, "Ev navenda jinê ji aliyê qeyûm ve hate girtin. Bi şaredariya me re amadekarî hate kirin ku ev sazî ji nû ve bê vekirin lê belê hingî careke din qeyûm tayîn kirin. Yanî firsend nedan. Em plan dikin ku van saziyên xwe bi xurtî vekin. Jin gelekî bi hêrs in. Dixwazin qadeke wan hebin ku karibin xwe îfade bikin. Ji bilî vê yekê ji aliyê çand û hunerê ve jî dor li ciwanan hatiye tengkirin. Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a Şaredariyê hebû, ji aliyê qeyûm ve hate girtin. Ji kesên bêwesif re hate hiştin. Hewl didin bi polîtîkaya asîmîlasyonê çand û hunera gelekî tune bikin."

Armût destnîşan kir ku dema hatin ser wezîfeyê ji bo bicihanîna daxwazên ciwanan û jinan ew ê her karî bikin û got, "Gelek projeyên me hebûn. Bi tayînkirina qeyûm re nîvco man. Em ê wan bi xurtî pêk bînin."