‘Armanca esasî ya Tirkiye dagirkirina Başûrê Kurdistan e’

Rewşenbîr Fazil bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li Başûr û got: “Tirkiye bi Başûrê Kurdistanê ve sînordar nemaye û dixwaze hêdî hêdî bikeve hundur, dixwaze erdnîgarî û xaka Başûr dagir bike. Gundan bişewitîne û kavil bike.”

Rewşenbîr û Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Newroz Fazil rêbazên pêşîgirtina dagirkeriya Tirkiye ya li ser Kurdistan û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê û hişyarbûna civakê ji ANF’ê re nirxand.

‘ÇAVÊ TIRKIYE LI DAGIRKIRINA BAŞÛR E’

Li ser armanc û hedefên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakûrê Kurdistanê Fazil anî ziman ku dagirkeriya li Kurdistan û bi taybet li Başûrê Kurdistanê pir kûr bûye û got: “Çavê dagirkeran herêma Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku herêm hem diwarê erdnîgarî de xwedî stratejîk û hem jî di warê aborî de jî xwedî berhem dewelemend e.”

‘DIJMINÊ DAGIRKER STRATEJIYA XWE GUHERANDIYE’

Fazil bal kişand ser rêbaz û stratejiya Tirkiye ya êrîşkirin û ev nirxandin kir: “Di vê qonaxê de şêwaza siyaset û stratejiya dagirkeriyê dijmin guherandiye. Hemû stratejî li ser Başûrê Kurdistanê kûr bûye. Êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûr pir dijwar bûne. Armanca esasî ya dewleta Tirk a ji sala 1991’ê û vir ve ne tenê êrîşkirin, heman demê kar li ser wê yek dike ku dixwaz hîz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dîl bigir û bixe kontrolê. Bi vê yekê dixwaze hemû alî li dijî PKK’ê bidin sorkirin û şerkirin.”

Fazil anî ziman ku dewleta Tirk PKK’ê dike hincet ku armanca esasî dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ye û got: “Tirkiye ji valahiya siyasî ya li Iraqê sûd girtiye û dixwaze aramncên xwe pêk bîne.”

‘ÇAVKANIYA ABORÎ YA TIRKIYÊ, HERÊMA KURDISTANÊ YE’

Çavdêrêê siyasî Newroz Fazil îşare bi planên aborî yên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê û girîngiya aboriya herêmê kir û wiha pêde çû: “Herêma Kurdistanê çavkaniyeke baş ya aboriyê ye û Tirkiye çav berdayê ku bi rêya Herêma Kurdistanê aboriya xwe bi hêz bike. Ji ber ku di wan salên dawî de aboriya Tirkiyê îflas kiriye û bandora wê li ser takê Tirk jî kiriye. Çendîn şîrket li Tirkiyê îflas kirine. Ji ber wê ji bo bikare ji aboriya bihêz ya Kurdistanê sûdê werbigire da xwe li ser pêyan bigire, Başûrê Kurdistanê wek xalek girîng dibîne.”

‘TIRKIYE MÊTINGERÎ LI SER NETEWEYÊN KÊMENETEWAN PÊKANIYE’

Di derbarê bikaranîn û siyasetkirina li ser neteweyên kêmenetew ên li Başûrê Kurdistanê û lîstokên Tirkiyê ya li ser wan de Fazil wiha axivî: “Tirkiye mêtingeriyê li ser neteweyên kêmenetew ên li vê derê dimeşîne da ku weke wan bihizirin û wana ji bo ku li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê şer bikin, tehrîk dike. Ferasetekî din ev e ku Tirkiye li vir ji bo berevajîkirin û lêdanê ya di çarçoveya şerê taybet de medya bikar aniye ango çendîn kanalên ragihandinî yên Başûrê Kurdistanê xistiye bin xizmeta xwe. Bandora wê siyaseta wan ya li ser partiyan ewqase ku nekaribin li dijî wan bisekînin. Otorîteya wan a serbixwebûn û azadbûyînê nemaye. Hemû tiştên xwe ji dest dane û ketine bin xizmeta Tirkiyê. Eger mirov di aliyê naverok de temaşeyê wan kanalan bike mirov vê bibîne ku xizmeta me nakin, ji ber ku xizmetê dagirker dikin. Ew yek jî binketineke din a Hikumeta Herêma Kurdistanê ye.”

‘DIXWAZE GUNDAN VALA BIKIN Û BAŞÛR DAGIR BIKIN’

Fazil di dewama axaftina xwe de qala dagirkeriya Tirkiyê ya di aliyê erdnîgariya Kurdistanê kir û wiha domand: “Tirkiye bi Başûrê Kurdistanê ve sînordar nemaye û dixwaze hêdî hêdî bikeve hundur, dixwaze erdnîgarî û xaka Başûr dagir bike. Gundan bişewitîne û kavil bike. Her wiha dixwaze şêniyên gundên navçeyê ji bo Tirkiyê vala bikin da her ku vala bikin wan navçeyane bike baregehên leşkerî. Ji niha ve dikarîn bêjîn ku nêzî 30 hezar leşkerê Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin. Li çendîn navend, bargeh, li çiya û dolan de hatine belavkirin. Di vê derê de îxanetkaran jî ku destê wan di nav destê dagirker de heye, diçin pêşwaziya Tirkiyê, wana tînin nav gundan û di bin malên xwe û xizmet û mêhvandariya wan dikin.”

‘JI BO PÊŞIYA DAGIRKERIYA LI BAŞÛR BÊ GIRTIN, DIVÊ ENIYEK YEKÎTÎ BÊ AVAKIRIN’

Fazil di derbarê êrîş û planên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê de destnîşan kir ku divê ji bo pêşiya êrîşên ne rewa yên Tirkiyê bê girtin, zû eniyekî berfireh li dijî dagirkeriya Tirkiyê bê avakirin û wiha domkir: “Di pêvajoya niha de ku leşkerkêşiya wan gihîştiye asta ku metirsiyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê çêdike, eger hevdengî û yekdengî çênebe, eger pêşîlêgirtineke cidî neyê raberkirin wê bibe sedem ku Başûrê Kurdistanê ji dest biçe. Li vê derê em dikarî mijara pêşîlêgirtina dagirkeriyê bikin dû enî, eniyek dewlet û partiyên siyasî û eniyek jî gel û tak e.”

‘HIKUMETA HERÊM JI BER TIRKIYÊ PÊYVNDIYÊN XWE YÊN BI IRAQÊ RE TÊK DAYE’

Fazil rêbazê pêşîlêgirtinê weke du enî dabeş kir ku eniya yekem ji hikumet û partiyên siyasî pêk tê û eniya duyem jî ji gel, rewşenbîr û çalakvanan pêk tê. Fazil wiha pêşniyarên xwe eşkere dike: “Pir girîng e ku niha eniya dewlet û partiyên siyasî li xwe wegerin, ango yên niha di eniya dijmin de ne û cûreyek siyaset û rêyên xwe hene, divê ji wê siyasetê dûr bikevin û jê derkevin û eniyeke yekgirtî avabikin. Pêwîste bi şêwazeke yekgirtî di çarçoveya feraseta parastina Başûrê Kurdistanê de bixebitin û ji bo ku bikarin pêşiya wê siyaseta dijwar bigirin xwe erkdar bikin. Tirkiyê wê dema pêş ter û hişk bi hev re bişewitîne, ew jî wê di êrîşan de bişewitin. Niha li Başûrê Kurdistanê hikumetek lewaz û binketî heye. Bi nêrîna min pir girîng e ku ew hikumete bê hilweşandin û hikumetek nû bê damezrandin da ku bikare li hemberî wê êrîş û dagirkeriyê bisekîne. Piştre jî hikumeta Herêm pêywendiyên xwe yên bi Bexdayê re xweş û baş bike û wê pêywendiya aborî ku çendîn sale ji ber berjewendiyên xwe û Tirkiyê têk dane wegerînin çarçoveya hikumeta Iraqê. Ji bo ku hikumeta Iraqê jî bikaribe di çarçoveya wê destdirêjiyên ku li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin de alîkar be.”

‘HEMÛ BEŞ Û ASTÊN CIVAKÊ DIKARIN BÊN GEL HEV Û ENIYEKE GEL AVA BIKIN’

Çavdêrê siyasî û rewşenbîr Newroz Fazil di heman demê de helwest û eniya jî gel wiha nirxand: “Ji aliyekî din ve civak heye û li gorî nêrîna min civak girîng e. Ji ber ku ji bo çareserkirina wê rewşê tu hêviyek ji partiyan nemaye. Hemû çîn û başên civakê yên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen, kasibkar, karmend û hwd dikarin bi hev re bi şêwazeke cidî li ser wê rewşê bicivin, nîqaş, şîrove û çareser bikin. Girîng e ku di vê derê de rewşenbîr ji bo pêşxistina yekgirtinê û pêşîlêgirtina dagirkeriyê rolê sereke bilîze. Karê rewşenbîran ew e ku her tim hikumeta Herêm hişyar bike ka bê di qonaxeke çiqasî metirsîdar û xeternak de ye. Rewşenbîr dikarin di nava gel de li ser vê qonaxê ji gel re pêşengtî bikin. Wate bila wisa nebe ku li ragihandinê de qala rewşê bike lê di pratîkê de xwe berpirsyar bebînin. Pêwîste gelê ku pêk bîne li ser wê rewşê bixwebite û gavên cidî biavêje. Divê em bêne gel hev û nîqaş bikîn ka ew êrîşane çiqasî li ser jiyan, çand û dîroka me metirsîdarin. Pêwîste em aniyek yekgirtî ya gel ava bikîn û bi şêwazeke têrker xwe pêş bixîn û xwe araste bikîn.”

‘HER KES BI ERK RABE Û XWE TEVLÎ KAR BIKE’

Fazil di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Başûr kir û got: “Peyama me ji bo gelê Başûr ew e ku bikarin ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê û li hemberî wê rawestanê, hemû takên xwe erkdar bikin. Divê kom bi kom bicivin û encam bigirin. Heta astekê ku bikarîn ciwanên xwe tevlî xebat û têkoşînê bikîn da ku bikarîn bi şêwazeke leşkerî li hemberî dagirker bisekînin. Ji ber ku eger em pêşerojê li hemberî wê nesekînin em ê Başûrê Kurdistanê wenda bikîn û wê ti çareseriyek di destê me de nemîne. Ji ber wê jî girîng e ku bi îrade û baweriyê ve li hemberî wê bisekînin, ji ber ku eger tu îro wê nekin, tu yê sibe nekaribî dagirkeriyê rawestînî.”