'Ardil her tim parçeyek ji têkoşînê bû'

Ardil Çeşme yek ji 15 berxwedêrên rojiya mirinê ye. Xwişka wê Asya Seyhan diyar kir, ku Ardil her tim bûye beşek ji têkoşînê û got, "Çawa ku sala 1982'an berxwedêr li dijî zilmê bi ser ketin, îro jî wê berxwedêr bi ser bikevin û tecrîd wê bi dawî bibe."

Li dijî bêdengiya hikûmetê ya li hemberî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê Nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Yek ji van girtiyan jî Ardil Çeşme ye. Çeşme ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê tê girtin, xwişka Çeşme, Asya Seyhan têkildarî çalakiya xwişka xwe axivî û anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de gelek serdemên girîng û krîtîk qewîmîne û her demê jî Ardil di serdemên wiha girîng de cihê xwe girtiye. 

‘HER DEM BÛ PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNÊ’

Seyhan diyar kir ku xwişka wê her dem bûye parçeyek ji têkoşînê û got: “Ardil cara ewil di sala 1996'an de ketiye greva birçîbûnê û di sala 2012’an de jî 68 rojan li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li ber xwe da. Wexta di sala 1996'an de ket greva birçîbûnê, em malbat li pişta wê bûn. Wê çaxê dayika min û malbatên din çûn Enqereyê. Mehekê li wir man û ketin greva birçîbûnê. Li ku derê berxwedan hebûna em li wir bûn, em li pişta wê bûn. Pêngava Ardil û hevrêyên wê pêngavek raste û ev pêngav jî nêzî serketinê ye. Em ê weke malbat jî niha jî li pişta wê bin û berxwedana wê bilind bikin.”

‘LI HEMBERÎ ÇALAKGERAN EM DEYNDARIN’

Seyhan da zanîn ku berxwedaneke dîrokî heye û bar dikeve ser milê wan hemûyan. Seyhan bilêv kir ku çiqas ew weke malbat bi hestyar bin jî lê teqez wê berxwedêr bi serbikevin û wiha axivî: “Rojiya mirinê çalakiyek vegera wê tune ye. Weke her malbatê em bi fikarin û dilê me li Gebzê diavêje. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne û divê ev daxwazên milyonan bên dîtin û bersivandin. Têkildarî çalakiya rojiya mirinê gotin qediyayî ye. Em nikarin li ser vê tu gotinekê bikin. Lê belê heta dawiyê em bi wan re ne. Ardil çiqas xwişka min be, lê belê ew destpêkê şervanek rêxistinê ye. Em li hemberî vê çalakiyê bi rêzdar in û hemû berxwedêran ji vir silav dikin. Em deyndarên dîlên azadiyê ne ku em îro nikarin ji qîrîna wan re bibin bersiv û vê çalakiyê bikin rojeva raya giştî de.”

‘RABIN LI SER LINGAN’

Seyhan destnîşan kir ku çawa di salên 1982’an de Hayrî, Kemal, Mezlûm û hevrêyên wan li ber xwe dan û bi serketin, îro jî teqez wê berxwedêr bi serbikevin. Seyhan, bang li her kes kir û got: "Em bibin dengê dîlên azadiyê. Ev bêdengî me ditirsîne. Çi hewce me em amade ne bikin. Divê êdî em rabin ser lingan. Bêyî bedêl serketin ne gengaz e. Bang li hemû dê û bavan, gelê Kurd dikim, ji kerema xwe bila her kes rabe ser lingan. Ji destê kê çi tê divê bike. Ez bang li partî, rêxistinên sivîl û welatên dadê yên Ewropa dikim, beriya mirov bimirin em bibin dengê wan da ku daxwazên wan pêk bên û dawî li çalakiya xwe bînin."

Seyhan got ku piştî xwişka wê biryara xwe daye ku dê tev li rojiya mirinê bibe çûye girtîgehê û got: "Dema ku ez çûm girtîgehê min xwişka xwe dît gelek kîlo winda kiriye. Rûy û destê wê weke cemedê bû. Li kêleka wê hevalek ji Efrînê bi navê Hacer Yusuf hebû û rewşa wê hevalê jî gelek xirabe. Rewşa tendirustiya wan xirabe, lê di aliyê bawerî û mejî de li ser lingan in. Rexnên wan tenê li ser malbat û gel heye. Ji bêdengiya heye gelek xemgînin.”

Dayika Ardil Çeşme, Naîfe Çeşme (79) ya ku ji ber pirsigrêkên nexweşiyê li malê li ser cihan tê tedawî kirin, çalakiya keça xwe silav kir û got, ez hemû çalageran silav dikim û çavên wan maç dikim. Çeşme got, berxwedana çalakgeran pîroz e û bang li her kesî kir ku li dora çalakgeran bibin yek.