ANF dîmenên cihê êrîşa li Mexmûrê kişand

ANF’ê xwe gihand cihê êrîşa balafirên keşfê ya bê mirov a biçek (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker ku 3 jinên dema ji bêriyê vedigeriyan kirin hedef û qetil kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 15’ê Nîsanê balafirên keşfê yên bê mirov ya biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker êrîşek pêk anî. Di êrîşê de 3 jinên bi navê Eyşê Ehmed Ferhan, Ezîme Akdogan û Hewa Akdogan ên dema ji bêriyê divegeriyan şehîd bûn.

Li ser vê bûyerê ANF’ê xwe gihand Wargeha Mexmûr û cihê ku sivîl lê hatin qetilkirin û dîmenên cihê bûyerê kişand.

Cihê ku êrîş pêk hat, cihê ji bo çandinî û lawirvaniyê hatiye veqetandin û welatî ji bo debara xwe ya rojane kar dikin.

Weke tê zanîn ji 19’ê Tîrmeha 2019’an û şûnde ji ber ambargoyê welatî ji bo debara xwe ya rojane bikin, dest bi karê lawirvanî û çandiniyê kirin. Rojane welatî li vê herêmê diçin şivanî û çandiniyê dikin.

Wek ANF li qadê me gelek kes dîtin û bi wan re axivîn, dan diyarkirin ku ji bo rojane debara xwe bikin li vir karê lawirvanî û çandiyê dikin.

Her wiha welatiyan anî ziman ku di êrîşên li Mexmûr tên kirin, rast e rast sivîl tên hedefkirin û qetilkirin. Dîsa welatiyan destnîşan kir ku hem metirsiya DAÎŞ’ê û dîsa balafirên şer ên dewleta Tirk li ser wan heye.

Her wiha welatiyan êrîş şermezar kirin û êrîş weke kiryarekî ne mirovî pênase kirin.