Andok: Pêngava heyî ji bo bidawîkirina faşîzmê ye

Endamê Rêveberiya KCK'ê Xebat Andok diyar kir, faşîzm bi tecrîdkirinê şênber bûye û got, "Pêngava hatiye destpêkêkirin ji bo bidawîkirina faşîzmê ye." Andok got, " Di demeke wiha de pêwîste mirov wijdan û hestên xwe di ber çavan re derbas bike."

Endamê Rêveberiya KCK'ê Xebat Andok tevlî bernameyek taybet a Stêrk Tv bû û bersiv da pirsên rojnamevan Gulan Avrêl.

Endamê Rêveberiya KCK'ê Xebat Andok di destpêka axaftinên xwe de şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin: "Meha Gulanê meha Şehîdan e, di şexsê Şehîdên Gulanê de em tevahî Şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin û soza xwe ya ji bo pêkanîna armancên wan dubare dikin. Em dibêjin heya serketinek mayînde em ê şopdarên keda şehîdên xwe yên nemir bin. Bi boneya pêvajoya 'Tecrîdê bişkîne, faşîzmê têk bibe, Kurdistanê azad bike', ji bo wê niha 15 heval ketine rojiya mirinê. Di heman demê de em çalekgerên ku bi pêşengtiya Leyla Guven çalakiyên grevên birçîbûnê yên bê dem û bê dor veger didin meşandin, berxwedaniya wan bi rêzdarî silav dikin."

'JI HÊVIYÊN CIVAKAN RE NEBÛN BERSIV'

Andok bal kişand ser dîroka berxwedaniya gelan û wiha got: "Dîroka berxwedaniyê dîrokek gelek kevnar e, ji roja bê edaletî û neheqî li cîhanê heye berxwedanî û serhildêr jî hebûne. Berxwedana 68'an helwestek pir hişk e, ku  li beramberî hemû cûre newekhevî, ixtîdarparêz, bê edaletî, ferasetên antî demokratîk û hemberî sosyalîzma pêkhatî ya ku armanc dikir. Weke ku ji tevahî civakan re wekhevî û edaletê bîne, lê ji hêviyên civakan re nebûn bersiv û li beramberî wan derketin. Bi pêşengtiya Denîz Gezmîş, Huseyin Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, Yûsuf Aslan, Mahîr Çayan û Rêber Apo jî weke hevalekî wan bi hev re ketin rê, bêyî ku cudabûnê bêxin di nava gelan de, ji bo tevahî gelan dest dane hev û têkoşiyan."

'CIVAK TIMÎ LI DIJÎ DESTHILATDARAN TÊKOŞIYA YE'

Andok girîngiya demokrasiyê û derketina Denîz Gezmîş wiha vedibêje: "Civak bi xwe hebûneke demokratîk e, tekoşîna ku ji dîrokê heya roja me ya îro tê ne îcadeke nû ye. Di xwezaya civakê de ji xwe wekhevî, edalet û azadî heye, lê di fesefeya desthilatdaran de tiştek wiha tune ye. Ji bo civakan bişibînine xwe di civakan de nakokiyên çandî, olî, mezhebî û gelan derdixin. Ji lewra tu caran civak bi  fikrên deshilatdaran re nabûne yek û her tim têkoşîn bi şêweyên cûr becûr di nava gelên azadîxwaz de hatiye meşandin. Sedem ew bû ku dema komara Tirkiye ava bû di çarçoveya netewe dewletê de hate damezirandin. Ji xwe felsefeya netewe dewletê rengîniyê qebûl nake, tevahî rengan di nava rengekî de dihelîne."

'FAŞÎZM JI DERVEYÎ DESTHILATDARAN KESEKÎ NAS NAKE'

Andok got, "Di  faşîzma dewleta Tirk de ji derveyê xwe kesekê nas nake. M înakên wê pir in evan di şexsê Mustefa Sûphî wan de çepgir qebûl nekirin. Di heman demê de ji cûreyên olan tenê Îslama Sunîtiyê qebûl kirin, Ermenî, Laz, Çerkez û Elewî hema bêje hemû rengên Rojihata Navîn qir kirin û asîmîle kirin.Lê civakan xwe ji nû ve ava kirin, li gorî wan civak û rengên ku hene tune bûn. Em dibînin ku niha jî çepgir, oldar, gel û kesayetên dijî fikrên deshilatdar neqediyane û hîn bi hêztir in. Ji xwe ji ber hêza gelan û civakên azadîxwaz em rewşa dewleta Tirk dibînin ku di çi rewşê de ye."

'DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DE KÎ JI BO DEMOKRASIYÊ TÊKOŞIYA BE, EM JI WAN IN'

Andok di derbarê têkoşîna demokrasan got, "Di dîroka mirovahiyê de kî ji bo demokrasiyê têkoşiya be em ji wan in. Çawa ku tevahî desthilatdar demarek in, em jî demar û ruhê civakbûnê ne. Dema Denîz Gezmîş û hevalên wî têne bi darvekirin serxwebûna gelên Kurd û Tirk pîroz dikin. Mirovan arasteyê rêya azadiya gelan dikin. Komploya 6'ê Gulana 1996'an ne planeke ji rêzê ye, ji ber di 6'ê Gulanê de roja bi darvekirina Denîz Gezmîş û hevrêyên wî ye. Bi wê komployê dixwestin vê peyamê bidin Rêber Apo, 'Çawa tu dubare li Tirkiyeyê çepgirtiyê pêş dixî û wan li hemberî me bikartîn' yan jî di dixwest vê mesajê bide 'Çawa tu careke din Kurdan ji nû ve zindî dikî?' Pêwîste em Kurd li rewşa xwe mêze bikin û jê şerm bikin, ji ber ku a mirov dixe nav liv û tevgerê şerma mirov e. A ku hişt Rêbertiya me tevgerek wiha pêş bixe hesta şermê ye, ji bo wê dibêje 'Pêwîste ku gelê me xwedî li dîroka xwe derbikeve û li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.' Komploya 06'ê Gulana 1996'an ku li hemberî Rêbertiya me pêk hatî tiştek nû nebû û hîn jî bi dawî nebûye."

'TI CARÎ DEWLETA TIRK NEBÛYE DEWLETA TIRKAN'

Andok bi gotina dagirker hemû rengên faşîzmê li ser dimeşînin dirêjahî li axaftina xwe anîn: "Tu caran dewleta Tirk nebûye dewleta Tirkan, ji ber ji aliyê hinek hêzên cuda hatiye damezirandin. Em jî weke gelê Kurd tu caran me tenê li beramberî dewleta Tirk  şer nekiriye. Ji %95 çekên ku niha Tirkiye bi kar tîne yên Emerîka û NATO ne. Heya pirskirêka Kurdan li Tirkiyê neyê çareser kirin, wê tu caran li Tirkiyê demokrasî nebe. Ji ber çavkaniya antî demokratîkbûna Tirkiyê piskirêka Kurd e, ji xwe faşîzma dewleta Tirk ne ji niha ve ye. Eger mirov li dîrokê binêre wê vekirî bibîne ku bi faşîzma spî li ser lingan disekinin, paşê reş bûye û herî dawî jî bi rengê kesk dane meşandin. Niha jî bi itifaka Erdoxan û Bahçelî hemû şekilên faşîzêm bi hevre li ser Kurdan didine meşandin. Ji bo wê faşîzma niha ji herdemê xurtir e, sedem jî ew e ku gelê Kurd, Kurdistan û Tirkiyeyek demokratîk dixwazin ev jî wê bibe dawiya desthilatdaran. Ji xwe bi devê xwe jî vê yekê dibêjin Erdoxan digot: 'Ya em ê hebin, ya em ê bimirin', wateya van gotinan çiye? Ev binkeftina wan dide diyarkirin, ji ber dizane çi bi serê civakê de aniye. Ya rast di 7'ê Hezîranê de ew bin ketiye, halê niha jî bi faşîzm, zext, zor, hîle, şer û dîktatoriyê xwe liser lingan digire."

'FAŞÎZM LI TECRÎDÊ HÛR BÛYE'

Andok got: "Faşîzim li tecrîdê hûr bûye, ev hemleya niha hatiye despêkirin ji bo bi dawîkirina faşîzmê ye. Gelê Kurd bi saya Rêber Apo gihişte vê astê û xwedî lê derdikevin. Mirov dikare pir mînakên weke yên hevala Leyla Guven û bi hezaran hevrêyên wê bide. Niha jî 15 heval ketine rojiya mirinê, ev jî çalakiyeke şoreşgerane ye. Leyla Guven xwe gihandiye asta azadiyê, ji ber rewşa heyî tecrîda li ser Rêberê gelan qebûl nekir."

'JIN STÛNA CIVAKÊ YE'

Xebat Andok bi gotina jin sitûna civakbûnê ye dawî li gotinên xwe anî: "Di demeke wiha de pêwîste mirov wijdan û hestên xwe di ber çavan re derbas bike. Yên ku niha vê yekê dikin dayikên me ne. Di dîrokê de ji Şehîd Zîlan heya Leyla Guven bi awayên herî bedew rola xwe lîstine, ji bo wê ye ku em dibêjin jin sitûna civakbûnê ye."