Amed li ber xwe dide: Kî diz e qeyûm diz e

Berxwedana şêniyên Amedê Amedê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 17'an de didome.

Berxwedana wekîlên HDP'î û şêniyên Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 17'an de didome. Beriya çalakiya rûniştinê ya li kolana Lîseyê, qada çalakiyê bi bendên polîsan hate dorpêçkirin.

Şêniyên Erxenî, Pîran, Çermûk, Çunguş, Exîl tevlî çalakiyê bûn. Jinên HDP'î pankarta bi nivîsa "Em bêdeng nabin, serî natewînin, natirsin", "Kî diz e qeyûm diz e", "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" û "Na ji darbeya siyasî re" hildan.

'AKP WÊ HESAB BIDE GEL'

Endamên Komeleya 78'an, ji akademîsyenên aştiyê Şebnem Korûr Fîncanci, Eşber Yagmûrderelî, Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî tevlî çalakiyê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli tevî heyetê beşdarî çalakiyê bû û bi dirûşma "AKP wê hesab bide gel" hatin pêşwazîkirin.