Amed li ber xwe dide: Heta qeyûm biçe wê berxwedan bidome

Li Amedê berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan didome. Qisekeran gotin, "Ev qeyûm nînin, ew waliyên mêtingeriyê ne."

Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiya rûniştinê ya li Amedê di roja 17'an de ye. Girseya gel li Kolana Lîseyê ya li pêşberî avahiya şaredariyê li hev kom bû û dirûşmên "Amed rûmeta me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriya.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy diyar kir, ku ji bo tepisandina dengê berxwedanê yê dijî qeyûman, hin malbat şandine pêşiya avahiya HDP'ê ya amedê. Ozsoy got, "HDP partiyeke ku dengê 6 milyon mirovî wergirtiye. Her kesên dikevin hundirê avahiya partiya me û jê derdikevin ji aliyê polîsan ve tên qeydkirin. Kesê diçe çiyê gelo qet aqlê xwe nîne ku bê avahiya partiya me? Xebatkarên me yên bajar û navçeyan li aliyekî, dema ku dixwazin nahêlin wekîlên me jî bikevin nava avahiya partiyê. Bila sebra me nefûrînin."

TAŞDEMÎR: WALIYÊN MÊTINGERIYÊ NE

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr piştre axivî û got, "Ev ne qeyûm in, ew waliyên mêtingeriyê ne. Em zanin ku di sala 2016'an de dema ku qeyûm hatin tayînkirin dest bi asîmîlasyonê kirin."

Taşdemîr destnîşan kir ku heta qeyûman bişînin wê li ber xwe bidin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.