Amed 8 roj in li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide

Parlamenterên HDP'ê û gelê Amedê 8 roj in li dijî dagirkeriya rejîma AKP'ê li qadan e. Çalakiya ji bo şermezarkirina dagirkirina şaredariyan di nava dorpêçiya polîsên Tirk de didome.

Nerazîbûna li desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê didome.

Parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û şêniyên Amedê li kolana Lîseyê di roja 8'an de çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin.

Qada çalakiyê ji aliyê polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin. Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan, Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran, Mûsa Farisogûllari, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn û Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û şêniyên Amedê tevlî çalakiya rûniştinê bûn.

Di çalakiya rûniştinê de tim û tim dirûşmên "Wê AKP hesab bide gel" tê qîrîn.

ROJA HEFTEMÎN: EM Ê BI SER BIKEVIN

Li Amedê di roja heftemîn a çalakiyê de parlamenter Oya Ersoy axivî û diyar kir, "Ev têkoşîn têkoşîna alîgirên demokrasiyê ye."

Ersoy got, "Ev têkoşîn têkoşîna jinane. Di biryara qeyûm de destpêkê êrîş li sîstema me ya hevserokatiyê hate kirin. Jin baş zanin ku qeyûmên beriya niha çi kar kirin. Ji ber vê yekê ev têkoşîn têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e li dijî siyaseta dijminê jinê, li dijî siyaseta paşverû û serdestiya mêr."

Ersoy destnîşan kir, "Em dixwazin li vî welatî bi rengekî wekhevî, azadî û aştiyane bi hev re bijîn. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê sîstema qeyûm bidomînin. Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ye li dijî faşîzmê. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyane, em ê bi ser bikevin, gel wê bi ser bikevin."

Hevserokê Halkevlerî Nûrî Gunay jî got, "Ev yek daxwaza demokrasiyê ye, biryara demokrasiyê ye, daxwaza aştiyê ye, îradeya jiyana wekhev e" û destnîşan kir, ya ku darbe lê hatiye kirin ev daxwaz û îrade ye.