Amed 16 roj in li ber xwe dide

Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î çalakiya rûniştinê ya li Amedê bi dirûşma 'berxwedan' di roja 16'an de didome.

Nerazîbûna li dijî dijî tayînkirina qeyûman ên li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê didome.

Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîsê ya li pêşberî şaredariyê dest pê kir di roja 16’emîn de dewam kir. Parlementerê HDP’ê Garo Peylan, Mûsa Farîsogûllari, Feleknas Ûca, Erdal Aydemîr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Kesên beşdarî çalakiyê bûn, bi çepikan û berzkirina dirûşmeya "Bi berxwedanê em ê qezenc bikin" tayînkirina qeyûm şermezar kirin.

Piştî çalakiya rûniştinê ya dewam dike, wê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.