Amed 14 roj in li dijî desteserkirina şaredariyan li ber xwe dide

Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î şêniyên Amedê 14 roj in li ber xwe dide.

Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûmên ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP’yî ku li Amedê hat destpêkirin di roja 14’emîn de dewam dike. Çalakiya rûniştinê ya li ser Kolana Lîseyê pêk tê bi bariyer û maşîneyên polîsan hat dorpêçkirin.

Parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Ahmet Şik, Dersim Dag, Feleknas Uca, Salîha Aydenîz, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel, Musa Farisogullari, Remziye Tosun, Îmam Taşçier, Hişyar Ozsoy, hevşaredarên HDP’yî yên navçeyan, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiya rûniştinê ya di roja 14’emîn de bi strana “Kevoka Aştiyê” û berzkirina dirûşman dest pê kir.

Jin li ber Lîseya Ziya Gokalp kom bûn û bi meşekê hatin cihê çalakiyê û bi pankarta “Jin jiyan azadî” beşdarî çalakiyê bûn.