Ambargoya li ser Mexmûrê bebikeke dî jî kuşt

Ji ber ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê bebikeke 5 mehî ji ber ku zû negihaşte nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber dorpêça li ser Wargeha penaberan a Mexmûrê duh zarokek 5 mehî ya astengdar û nexweşiyên wê yên giran hebûn, jiyana xwe ji dest da.

Zêdeyî du mehe asayîşa Hewlêrê ya girêdayî PDK’ê ketin û derketina Wargeha Penaberan a Mexmûrê qedexe kiriye û gelê wargehê dibin dorpêçê de digire. Heya niha ji ber astengkirina asayîşa Hewlêrê çend zarokên wargehê mirine.

Herî dawî jî duh zaroka 5 mehî ji ber astengkirina asayîşa Hewlêrê, dereng gihîşt nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da. 

Zaroka 5 mehî ya bi navê Zeryan Bulut ku 5 mehî ji dayîk bûbû, nexweşiya wê ya dil û nefes tengiyê hebû. Her wiha têgotin Zeryan ji ber zû hatiye dinê, astengdar bûye.

Li gorî zanyariyên malbata Zeryan daye, diviyabû zaroka wan timî dibin kontrola bijîşkan de bûya. Ji ber dorpêçê nekarîne zaroka xwe mehane bibin kontrolê.

Ji lewma duh rewşa zaroka bi navê Zeryan giran dibe û malbat dixwaze bibe nexweşxaneyê. Lê li 3 asayîşên PDK’ê yên li ser rêya Mexmûr û Hewlêrê bi saetan tên sekinandin. Tevî hemû hewldanên malbatê û raporên bijîşkan jî piştî çend saetan destûr tê dayîn derbasê Hewlêrê bibin.

Lê ji ber dereng digihijin nexweşxaneyê Zeryan rizgar nabe. Malbata Bulut diyar kir tevî rewşa zaroka wan giran bûye û rapora wê bijîşkan jî hebûye, bijîşkên nexweşxaneya Raperîn piştî du saetan li zarok nêrîne û ji ber xemsariya bijîşkan jî nekarîne zaroka xwe rizgar bikin.