Aliyê veşartî yê dagirkeriya li Bradostê

Şêniyên Bradostê li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê radibin. Lê belê hinek xayin alî dagirkeran dikin.

Gerîla Cûdî Mîros ji ajansa me re qala rewşa li herêmê kir û got, sîxurkirin jî di nav de bi her awayî rêbazên şerê taybet li ser gelê herêmê tê ferzkirin.

Dewleta Tirk ji 14'ê Kanûna 2017'an de herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Gerîla Cûdî Mîros destnîşan kir ku armanca bingehîn a dewleta Tirk a faşîst dagirkirina her devera Kurdan e.

Gerîla Cûdî işaret bi mexdûriyeta gelê Bradostê kir û got, "Gelê herêmê debara xwe bi xwedîkirina sewalan dike. Pirsgirêka ziwatî û avê dibe ku rû bide. Gel di nava tirs û fikara vê yekê de ye. Bi vê êrîşa dagirkeriyê re bazirganiya li ser sînor jî sekiniye. Eger gel ji çandinî û sewalkariyê jî bêpar bimîne wê bêçare bimîne."

ŞERÊ TAYBET LI DIJÎ GEL TÊ KIRIN

Gerîla Cûdî ragihand ku dewleta Tirk qadeke ji 30 kîlometreyî dagir kiriye û got, "Ev der cihê gelê eşîra Bradostê ye. Mirov vê pirsê dikin. Gelo çi karê Tirkan li Lêlîkanê, li çiyayê Kevortê heye? Her roj bomberdûmaneke giran li van gir û gundan tê kirin. Çi karê Tirkan li vir heye? Gelo kî wê bersiva vê pirsê bide. Gel bi israr vê pirsê dike û li benda bersivê ye."

Cûdî Mîros diyar kir ku li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan, bi destwerdana dagirkeriyê ya dewleta Tirk re hin kesên xerîb û bi hêzên derve ve girêdayî li herêmê hatine dîtin û wiha dewam kir: "Di rewşekê de ku gel bi xwe nikare li ser axa xwe bi hêsanî tevbigere, gelo çawa dibe ku ev kesên biyanî bi hêsanî digerin. Haya me ji rewşê heye û em dişopînin. Di vê dagirkeriyê de tenê rêbaza leşkerî nayê bikaranîn, her wiha karê şerê taybet jî tê kirin. Hin kesên li herêmê di berdêla pereyan de karê sîxurkirinê dikin. Serkêşê vî karî jî endamên MÎT a Tirk in."

BERXWEDAN Û XIYANET

Gerîla Cûdî bi bîr xist ku ji roja êrîşa dagirkeriyê û vir ve gerîla bi xurtî li ber xwe didin, her roj çalakiyan dikin û got, "Di encama van çalakiyan de bi sedan leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne. Di vê pêvajoyê de mirov dikarin berxwedanê û xiyanetê bibînin. Li dijî berxwedana fedayî ya gerîla, mirov dikare xiyaneta cerdevanên gundên Gerdiyanê bibînin. Tevî Tirkan tevlî êrîşa dagirkeriyê bûne. Di şer de li kêleka leşkerên Tirk in. Tişta ku ew jê re serkêşiyê dike li rûmeta mirovahiyê nayê. Heqaretê li cenazeyên ji gelê xwe dikin, lê cenazeyên dijminê xwe diavêjin ser pişta xwe û ji girên Lêlîkan û Kevortê tînin xwarê. Ji deşta Herteyê, ji nava gundên xwe bi darbestan bi rê dikin. Gelê Kurd wê vê nêzîkatiyê ji bîr neke. Navê kesên ku didin pêşiya dagirkeriyê ji aliyê her kesî ve tê zanîn."

ZEXTA CERDEVANIYÊ LI CIWANAN TÊ KIRIN

Cûdî da xuyakirin ku cerdevanî li ser ciwanên li herêmê tê ferzkirin û bi dewamî got, "Bi pêşengiya vê yekê karê kontra tê kirin. Rê digirin, nasnameya mirovan kontrol dikin û bi zorê pere ji gel distînin. Serkêşiyê ji hêzên operasyonê re dikin. Ji ber van, gelê baş û welatparêz ber bi xiyanetê ve tê dehfdan û li hin cihan jî ev karê gemarî bi gefxwarinê tê kirin. Di nava hemû karên neyînî û nebaş ên li aliyê Gerdiyanê de ev hene."

'PIRSGIRÊKÊN LI HERÊMA BRADOSTÊ DIVÊ BI RÊBAZA BRADOSTÎ ÇARESER BIBIN'

Gerîla Cûdî işaret bi fikar û gumana gel a ji ber êrîşên dagirkeriyê kir û herî dawî got, "Ev operasyon bi navê kê tê kirin? Di vê mijarê de nakokiyên mezin di nava gel de hene. Bi qasî ku em nas dikin, ji destê Tirkan encax hilweşandin û qirkirin tê.  Eger tu xwe înkar bike wê Tirk xwedî li te derkeve. Divê ev bê zanîn û nêzîkatî li gorî vê yekê bê nîşandan. Eger tu Şêxek e, divê tu li cem gelê xwe be, bila danûstandinên de ji bo berjewendiyên gel be. Pirsgirêkên li herêma Bradostê rû dane divê bi rêbaza Bradostî bê çareserkirin. Li şûna vê yekê dixwazin bi serkêşiya Şêx Hesen li Tûgaya Şemzînanê çareser bikin. Ev ne rêbazeke çareseriyê ye."