Aktivîstên Başûrê Kurdistanê: Divê li her deverê gel dakeve qadan

Aktivîstên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de axivîn û gotin divê gel li her deverê dakeve qadan.

Aktivîstên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn û der barê êrîşên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê li ser Şengalê û Rojava pêk anîn, gotin ew ti caran van êrîşan qebûl nakin û bang li gel kirin ku dakeve qadan.

Aktivîst Ferhat Samet diyar kir ku ti şik û gumanê wan nîn e ku ev êrîş bi hevkariya PDK’ê pêk hatine û got: "Ti guman nîn e ku êrîşên dewleta Tirk ên bi ser xaka Başûr û Rojava de bi destek, sponsorî û teşwîqa PDK’ê ne. Divê Kurd bizanibinn ku ev êrîş Kurdan dikine hedef û ti têkiliya van êrîşan bi partiyan re nîn e. Ev jî encama peymana bazirganiya petrolê ya partiyeke Başûr a rastir a malbatekê ye ku bi TC’ê re kiriye."

Samat ragihand, li dijî êrîşan çalakiyên li Başûr divê zêdetir bibin û got, heke çalakî werin geşkirin partiyên siyasî ku bi Tirkiyê re hevkariyê dikin jî wê nikaribin zêdetir bêdeng bimînin. Bi domarî wiha got: "Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Başûr de li dijî hemû peymanên navdewletî ne. Çawa ku hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî van êrîşan radiweste divê partiyên Başûrê Kurdistanê bê dudiliyekê helwesta xwe nîşan bidin. Lê ji bo min ji helwesta partiyan zêdetir helwesta gel girîng e. Di serî de ciwan hemû gelê Başûr divê li dij van êrîşan dakeve qadan. Bêdengiya partiyên siyasî û hikûmetê bi rengî dikare were şikandin."

'HEMÛ KURDAN DIKINE HEDEF'

Aktivîst Hêmîn Sekanî jî got dewleta Tirk di êrîşan de ti cihêtiyê çênake û hemû Kurdan dike hedef û wiha got: "Ti ferq di navbera çar parçeyên Kurdistanê de nîn e. Dijmin jî dema ku êrîş dike ferqê nakiyê. Ji bo ku Kurd in êrîş dikin. Dewleta Tirk dema ku êrîşî Şengalê dike di ferqê naxe navbera gerîla û pêşmerge. Hemûyan bombe dike. Hemû parçeyên Kurdistanê mala hemû Kurdan e. Ji bo vê jî her kes divê li dijî van êrîşan helwestê nîşan bide. Êdî divê mirov nema êrîşên dagirkeriya Tirk ragire."

'BÊDENGÎ HETÎKETÎ YE'

Tariq Sabit jî got şerm e ku mirov êrîşên dewleta Tirk destek bike û bêdeng bimîne li dijî van êrîşan û wiha got: "Ti ferq nîn e ku dewleta Tirk Qendîlê û Şengalê bombe bike. Em li djî hemûyan derdikevin. Di serî de gelê Başûr divê her kes li dij van êrîşan rabe. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker were Başûr û gerîla û pêşmergeyên me bombe bike. Ji bo partiyên siyasî yên li dijî van êrîşan bêdeng in û destek didin ev hetîketî ye."