AKP û MÎT mele û ciwanên Yekgirtû Îslamî perwerde dike

Li tevahiya Kurdistanê AKP li dijî gelê Kurd siyasetê dike, lê gelek caran siyaseta Yekgirtûya Îslamî û partiya Erdogan AKP wekhev e.

Havîna sala derbasbûyî Yekgirtûya Îslamî ji bo perwerdehiya di aliyê fikrên olî de hejmarek melayên Başûrê Kurdistanê şand Tirkiyeyê. Serê meha Sibata îsal jî carek din Yekgirtûya Îslamî 22 ciwanên Kerkûkê yên li navçeyên nakok ên di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo 9 rojan şand Tirkiyeyê.

Rêxistina geşepêdan ya Yekgirtûya Îslamî çend wêneyên ciwanên Kerkûkê yên li navçeyên nakok ên di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de li Tirkiyeyê belav kir. Her wiha di wêneyan de xuya dike ku perwerdehiya ciwanan li ser îdeolojiya partiya Erdogan AKP’ê hatiye dayîn. Di wêneyan de ciwanan nîşaneya Rabîa ya Erdogan berz kirine û li ber alaya Tirk wêne kêşandine. Li aliyê din ciwanan serdana Zanîngeha Okanyan jî kiriye ku weke zanîngeke taybet a fîkrên partiya Erdogan AKP’ê hatiye avakirin.

Li aliyê din salên derbasbûyî Tirkiyeyê bi rêya Yekgirtûya Îslamî çend rêxistinekî ku weke xêrxwazên Tirkiyeyê di bin fermana dezgeha sîxûrî ya Tirkiyeyê (MÎT) de şandiye herêma Başûrê Kurdistanê ku li başûr karê sîxûriyê bikin.

Di heman demê de ev hewldanên Tirkiyeyê bi rêya Yekgirtû Îslamî di demeke wisa de ye ku Tirkiye di bin çavdêriya MÎT’ê de ciwanên Tirkmenên Kerkûk, Telefer û Xurmatû biriye Tirkiyeyê û perwerdehiya leşkerî dide wan. Li aliyê din li Kerkûkê jî ji bo berjewendiyên siyaseta xwe hêzeke leşkerî ava kiriye.