AKP-MHP çekan dide Tirkmenên li Kerkûkê

Derket holê, AKP-MHP'ê çek dane hin Tirkmenên li Kerkûkê. Tê gotin, Erdogan bi hezaran çek dane Tirkmenên li Kerkûkê dijîn û bi sedan ji van Tirkmenan, ji bo Kerkûkê tevlîhev bikin, perwerde kirine.

Tirkiye ji zûdeyî hesaban li ser Kerkûkê dike. Tirkmenên li Kerkûkê ji xwe re dike bahane û di serdemên cuda de bi planên cihê re îdîa kir ku Kerkûk di nava sînorên Mîsakî Mîllî de ye, lewma bajarekî Tirkiyeyê ye. Ev meheke jî bi bahaneya referandûma li Başûrê Kurdistanê gefan li Kurdan dixwe. Derket holê ku li ser Kerkûkê jî planên gemarî kiriye. Çavkaniyên pê bawer, ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, ev agahî dan:

BI RÊYA TIRKMENÊN LI KERKÛKÊ PLANÊN QIRÊJ DIKIN

"Tirkiye timî destê xwe dixe nava Kerkûkê. Eniya Tirkmen a Iraqê, ku dijminatiyê li Kurdan dike, ji aliyê Tirkiyeyê ve hate avakirin. Di nava hefteyekê de 40 hezar çek ji vê eniyê re hate şandin, ji bo bide endamên xwe. 40 kesên ji aliyê vê eniyê ve hate komkirin, berî mehekê birin Tirkiyeyê û perwerde kirin. Yên ku perwerde qedandin, vegerandin. Ji bo perwerdekirinê komeke din a ji 400 kesî birin Tirkiyeyê."

Çavkaniyên pê bawer ragihandin, ku belgeyên li ser çek û kesên hatine perwerdekirin di destê wan de ne û di rojên pêş de eger pêwîstiyê pê bibînin wê bi raya giştî re parve bikin.

BAHÇELÎ EŞKERE KIRIBÛ

Di vê mehê de Devlet Bahçelî gef xwaribû û gotibû, "5000 neteweperest ji bo biçin Kerkûkê amade ne, eger bi vî rengî dewam bike, em ê ber bi Kerkûkê ve biçin." Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên pê bawer ve hatin dayin, gefên ku Bahçelî dixwe belasebep nînin û Tirkmenên ji bo perwerdeyê birine Tirkiyeyê di perwerdeya neteweperestiyê de hatine derbaskirin û piştî perwerdeyê bi rengekî çekdar tên vegerandin. Agahiyên ber dest nîşan didin ku axaftinên Bahçelî belasebep nînin û amadekariyên di vî warî de ji zûdeyî hatine kirin.

GELO WÊ MÎNA SÛRIYEYÊ LÊ BÊ?

Li Sûriyeyê, demeke kin piştî serhildana gel, çek ji mirovên rabûn ser piyan re hate dayin û rola Tirkiyeyê ya di vir de ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Jİ ber vê yekê, şandina çekan ji bo Kerkûkê û perwerdekirina Tirkmenan dike ku pirsa 'Gelo Erdogan ê ku li Sûriyeyê winda kir, wê mîna Sûriyeyê li Kerkûkê bike?' dixe hişê mirovan. Polîtîka û lîstika qirêj a li Sûriyeyê hate birêvebirin, kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê kûr bibe.

Li Kerkûkê, ku di serî de DYA çavê Rûsya û hemû herêmê rojavayî lê ye, nepêkane ku destûr ji Erdogan û Bahçelî re bê dayin ku vê planê bi cih bîne. DYA ji bo petrola Kerkûk û Mûsilê ev sih sal in li herêmê şer dike. Bi vî şerî hewl dide projeya xwe ya sed salî bi cih bîne. Ev plana ku Erdogan û Bahçelî dixwaze bi cih bîne, berî dest pê bike, mehkûmî têkçûnê ye.

ÇEK Û YÊN HATIN PERWERDEKIRIN, ÇAWA HATIN DERBASKIRIN?

Nuqteyeke din a girîng ew e; di demekê de ku ambargo li ser Başûrê Kurdistanê heye, gelo ev çek çawa derbasî nava Kerkûkê hatin kirin? Di vî warî de hin agahiyên cuda hene. Lê belê ev agahî hê nehatine piştrastkirin.

Tê gotin, ku bi TIR'an eşya jî anîne Kerkûkê. Di vir de, rêbazên Erdogan ên ku li Sûriyeyê bi kar anî, careke din derdikeve pêşiya mirovan. Ji ber ku, bi navê alîkariya ji bo Sûriyeyê, barê bi hezaran TIR'an ê çekan ji komên ser bi El Qaîdeyê û DAIŞ'ê re şand.

Wekî din, pirsa 'Gelo mîna komên Tirkmen ên li Ezaz û Helebê ava kir, wê li Kerkûkê jî ava bike?' dikeve hişê mirovan. Ji Eniya Tirkmen a Iraqê re, beriya niha ji bo 'ewlekariya saziyên xwe' mafê avakirina yekîneyên çekdarî hatibû dayin. Xuya ye Erdogan wê van yekîneyan bişibîne komên li Ezaz, Heleb, Cerablûs û Babê.

ESHAB EL HAK, GEF LI KERKÛKÊ XWAR

Di vê demê de, ku Tirkiye çekan dişîne û endamên xwe perwerde dike, fermandariya koma Eshap El Hak a bi fermandariya Kesy Xexe Elî yê alîgirê Îranê, ku di nava Heşdî Şabî de cih digire, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de gef li hêzên li Kerkûk û derdora wê hate xwarin. Tiştekî rasthatî nîne ku her du bûyer di heman demê de qewimîn. Dibe ku mîna peymana navbera Tirkiye û Îranê ya li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojava, li ser Kerkûkê jî lihevkirin hatibe kirin. Ji xwe gelek daneyên vê yekê jî hene.

DAIŞ'Ê DI HEMAN ROJÊ DE ÊRÎŞÎ PÊŞMERGEYAN KIR

Li gel şandina çekan ji Tirkiyeyê û gefê koma Eshap El Hak a li Kerkûkê, di heman demê de bûyereke din a balkêş qewimî. Ew jî, êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî çeperên pêşmergeyan ên li eniya rojavayê Kerkûkê ye. Di vê êrîşa DAIŞ'ê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, 2 pêşmerge jî birîndar bûn.

Tevî van hemûyan, xuya ye Tirkiye bi hinceta referandûmê, planek dişibe ya Sûriyeyê li ser navenda Kerkûkê dike. Li gorî daneyên şênber, Tirkiye di vê planê de bi tenê nîne, Îran bi giştî nebe jî hevparê vê planê ye.