AKP fatoreya krîza aborî li gel dibire

Li Colemêrgê dewleta ku bi hinceta elektrîka qeçax aîdata zêde li gel dibire, fatoreya krîza aborî li gel dibire.

Krîza aborî ya ji ber sedema polîtîkaya şer a Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, li Colemêrgê lîstik û şelihandina gel bi xwe re anî. Dewleta ku çav berdayî pereyê gel saetên elektrîkê ji malan derdixe û bi dîrekên elektrîkê ve girêdide. Dewleta ku bi hinceta elektrîka qeçax aîdata zêde li ser gel dinivîse, fatoreya krîza aborî li gel dibire.

Li Tirkiyê di rêza elektrîka qeçax de her çendî Stenbol, Trabzon, Konya, bajarên Tirkiyê li pêş in jî AKP berdêla elektrîkê davêje nav milê Kurdan. Hikûmeta AKP'ê di serî de li Colemêrgê li hemû bajarên Kurdistanê ambargoya aborî datîne. AKP ya ku li Colemêrgê bazirganiya sînor qedad û piştre bi qedexekirina zozan û çêriyê dixwaze çandiniyê û xwedîkirina sewalan jî biqedîne.

FATOREYA ELEKRÎKÊ 5 CARAN LI BERÊ ZÊDE KIRIN

Ji ber sedema krîza aborî li Colemêrgê bêkarî 50 ji 100'î zêde bû. Ji ber ku derfetên kar nîn in bi sedan ciwan neçar man ku biçin bajarên dî. Vê sala dawî navenda bajêr jî di nav de li tax û gundan saetên elektrîkan ji malan hatin derxistin û li ser dîrekên elektrîkê hatin danîn.

Fatoreyên elekrîkê ku berê 40-50 lîre bûn, piştî ku saet bi dîrekan ve hatin danîn 4-5 caran li fatoreya berê zêdetir bûn. Peywirdarên VEDAŞ'ê (Belavkirina Elektrîkê ya Gola Wanê) li Colemêrgê beriya li fatoreyê binerin fotoreyê dibirin. Ji ber sedema zêdebûna fatoreyan şêniyên bajêr helwest nîşan dan, gotin ji ber sedema krîza aborî berdêla krîzê dixwazin ji nav milê gel rakin.

SAET LI SER DÎREKÊN ELEKTRÎKÊ HATIN DANÎN

Colemêrgiyan gotin li malên vala jî fatoreyên zêde têne birîn, diyar kirin ku dewlet bi vî rengî diziyê dike û gotin, ''Beriya niha saetan elektrîkê li nav malan bûn. Her meh peywirdaran fatore dibîrin. Fatore herî pir 50 lîre bûn. Lê van demên dawî bi hinceta elekrîka qeçax saet bi serê dîrekan ve kirin.

Piştî ku saet bi serê dîrekan vek kirin, ji navendê otomatîk, bêyî li saetan binerin fatoreyên zêde dibirin. Mala me li gund e e û em zivistanî qet naçin gund. Li gel vê jî fatoreya zêde li me dibirin. AKP ya ku li Colemêrgê her cure ambargoya aborî dayîne, niha jî çav berdaya perêyên bêrîka me. Dixwazin me bişelihîni. Dixwazin fatoreya krîza aborî li me bibirin''