AKP êrîşî nirxên mirovayetiyê dike

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi kargoyê cenaze şandiye û ev tişt li dijî nirxên mirovayetiyê ye.

Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî şandina cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î ya bi kargoyê daxuyaniyek da. Platformê, diyar kir ku di pêvajoya ku ji bo jiyandina mirovan têkoşîneke topyekûn tê dayîn de şandina cenazeyê kesekî ku jiyana xwe ji dest daye ya bi kargoyê nîşana têkçûna sincî ye.

Di berdewama daxuyaniyê xwe de platformê ev tişt got: “Desthilatê, li polîtîkaya xwe ya cihêkirina civakê û zilmê polîtîkayeke din zêde kiriye. Li gorî usûla xwe li meclisê jî vê yekê parastiye. Şandina cenaze ya weke amûr bi kargoyê, bi awayekî zelal êrîşeke li dijî malbat, civak û nirxên mirovahiyê ye. Şandina cenaze ya bi rêya kargoyê êrîşeke li dijî dilê dayikan e. Di heman demê de êrişeke li dijî aşitiya civakê û daxwaz bi pêkve jiyanê ya gelan e. Em parastin û pêkanînên bi vî rengî yên desthilatê şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku berpirsyar bi lêpirsîna îdarî û edlî bên darizandin û ji civak û malbatê lêborînê bixwazin.”