AKP bêyî ku haya wan jê hebe bi hezaran kes kirin endam

AKP bêyî ku haya wan jê hebe li Erdîşê bi hezaran kes kirin endam. Erdîşiyan ji bo ku bêyî daxwaza wan ew kirine endam helwest nîşan dan, gotin ew ê gilih bikin.

Diyar bû ku AKP li navçeya Erdîşê ya Wanê xwe gihandiye agahiyên şexsî yê mirovan û bi vî rengî bi hezaran kes kirine endam. Tê gotin Rêxistina Navçeya Erdîşê ya AKP'ê agahiyên şexsan ji Midûrtiya Nifûsê ya Erdîşê standine. AKP'ê peyam ji hezaran kesî re şand ku ew kirine endam, li ser vê Erdîşiyan helwesteke tund nîşan da.

Haydar Tenik ku li Erdîşê ev 11 sal in li nav tevgera siyasî ya Kurd xebatan dike, got wî bi salan li nav BDP, DBP û HDP'ê xebat kirine. Tenik got di Hilbijartina Xwecih a  HDP'ê de endamê Meclîsa Şaredariyê ya Erdîşê bûye û diyar kir, ''AKP, bi taybetî gelê me yê welatparêz kiriye hede, bêyî daxwaza wan ew kirine endam. Ev encama polîtîkayeke bi zanebûn e. Armanca wan e ew ku gelê me bi hev bikeve.

Agahiyên me yên şexsî bêyî ku haya me jê hebe hatine standin, li AKP'e qeyda me hatiye kirin û li şûna me îmzeyên sexte hatine avêtin. Ev hemû kirin der qenûnî ne. Li ser vê mijarê di demeke kurt de em ê xebatên qanûnî bidin destpêirin û em ê gilihê rêveberen AKP'ê bikin.''

AKP NÎŞAN DE BE KA ÇENDÎ BÊGAV Û QELS E

Hevseroka Navçeya Erdîşê ya HDP'ê Yaaşar Kucaş jî got ev kirina derqanûnî ya AKP'ê nîşan daye ku çendî qels û bêgav in. Kucaş got, ''AKP hatiye rewçeke wiha ku sextekariyan jî bi rêyên resmî dike. Di van sextekariyan de li xwe zêde kirine. Gelê Erdîşê ji ber vê sextekariya AKP'ê pir hêrs bûye. Em HDP jî dibêjin em li cem gelê xwe ne. Em partî ji hêla qanûnî ve çi hewce be di demeke kurt de em ê bikin.''