AKP a ku Dersimê dişewitîne, niha jî 'qedexe' dike

Rejîma AKP'ê li 31'ê herêmên Dersimê derketina derve hate qedexekirin.

Walîtiya Tirk a li Dersimê li 31 herêmên li navenda Dersimê, navçeyên Pulur, Pîlemûrî, Xozad û Qisleyê ji 1'ê Îlonê heta 15'ê Îlonê derketina derve 'qedexe' kir.

Li Dersimê ku 'qedexe' hate ragihandin, dewleta Tirk daristanan dişewitîne. Li bajarê ku dixwazin bê mirov bihêlin daristan tên şewitandin, xweza tê talankirin û bi vî rengî derb li çandinî û sewalkariyê tê xistin.

Li Dersimê ku bi kalekol, kûle û bendên kontrolê hatiye dorpêçkirin, bê navber helîkopter digerin. Jendermeyên Tirk gefê li gundiyan dixwin û ji wan re dibêjin 'vê derê biterikînin'.