Akin ê di greva birçîbûnê de: Em dikarin tecrîdê bişkînin

Sedat Akin ê ku di greva birçîbûnê de ye got ku “Ji bo rakirina tecrîdê divê gelê me dengê xwe bilindtir bike.”

Sedat Akin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Akin piştî ku hate berdan, çalakiya greva birçîbûnê li mala xwe didomîne.  Çalakiya Akin di roja 59’an de didome.

Akin îro peyameke bi dîmen belav kir û bang li gel kir ku xwedî li berxwedanê derkevin.

Peyama Akin wisa ye:

“Ez hemû hevalên çalakger silav dikim.  Tevlêbûna di çalakiyeke wisa de, coş û moral dide me. Ez gelekî bextewar im ku tevî rêhevalên xwe yên çalakger li ser heman rêyê me. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe, em hemû dikarin serbilind bin û li ser vê rêyê bimeşin. Tecrîdeke 20 salan heye. Daxwazên me ev in ku bila tecrîd bi dawî bibe û rêya diyalogê were vekirin. Her kesên ku ji xwe re dibêjin em demokrat, sosyalîst û aştîxwaz in divê piştgiriyê bidin van çalakiyan. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo rakirina tecrîdê bila dengê xwe bilind bikin. Beriya ku şehadet pêk werin divê em tecrîdê bişkînin. Di şexsê rêzdar Ocalan de li ser hemû gelê Kurd tecrîd tê kirin. Berxwedan tekane hêvî û jiyana me ye. Ji xeynî vêya tiştek nemaye. Em bang li gelê xwe dikin ku bila dakevin kolanan. Tişta ku ew ê me li ser pêyan bihêle, çalakî ne.

Ez ji vê derê silavên xwe ji rêheval Leyla Guven, Nasir Yagiz û ji rêhevalên li Ewropayê re dişînim.”