Akengîn ê HDP'î: Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûstafa Akengîn li ser ewlehiya dengdanê axivî û got, "Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve."

Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xwe ji bo hilbijartinê amade dikin ku wê sedsala xwe diyar bikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya niha bi demeke kurt ragihandibû ku wê bi navê Partiya Paşerojê  ya Çep û Keskan tevlî hilbijartinê bibe. Lê belê ji ber ku Partiya Çep a Kesk cara yekemîn tevlî hilbijartinê dibe û hîn ji bendê derbas nebûye, roja hilbijartinê ji bo ewlekariya dengdanê nikare wezîfedaran bi cih bike. Her wiha ji ber hilweşîna li herêmên erdhejê û koçberiyê, ewlehiya dengdanê ya hilbijêran bûye cihê nîqaşê.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûstafa Akengîn ku ji Karên Hilbijartinê Berpirsyar e li ser van herdu mijaran axivî.

Akengîn bi bîr xist ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li ser van mijaran tedbîr wergirtiye û anî ziman ku 60 wezîfedarên YSK'ê hatine herêma erdhejê. Akengîn diyar kir ku wezîfedarên hatin Mereş, Elbistan, Dîlok û Semsûrê, têkildarî bername û tedbîrên xwe amade kirine û wê di demeke nêz de careke din bên herêmê.

LI HERÊMA ERDHEJÊ DENG WÊ JI HOLÊ NEYÊN RAKIRIN

Akengîn destnîşan kir ku beriya roja hilbijartinê divê amadekarî hemû biqedin û got, "YSK divê vê pêvajoyê bişopîne. Li şûna dibistanê hatine hilweşandin wê deng li ku bê bikaranîn? Ev yek ji wezîfeyên YSK'ê ye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku mirovên ji Semsûrê hatine Amedê, vê pêvajoyê bi têrkerî ji wan re vebêjin. Her wiha li bajarên din jî mirovên me hene. Dengê wan wê ji holê neyê rakirin. Eger dengê xwe biribin cihê niha lê ne hingî wê karibin dengê xwe bidin. Lewma ne di hejmara wekîlan ên bajaran ne jî di hejmara dengdêran de wê guhertin nebe."

'EM Ê BI MUŞAHÎTAN ROJA HILBIJARTINÊ BIŞOPÎNIN'

Akengîn ragihand ku Partiya Çep a Kesk di vê hilbijartinê de nikare wezîfedarên dengdanê bi cih bike, tenê bi muşahîtan wê karibe pêvajoyê bişopîne û got, "Weke herêma hilbijartinê ya Amedê em karên xwe dikin. Li vir 14 bajar û 128 navçeyên me hene. Her wiha derdora 7 hezar tax hene. Nêzî 31 hezar sindoqên dengdanê hene. Li van sindoqan hemûyan em ê pirsgirêka muşahîtan ji holê rakin. Ji ber ku Partiya Çep a Kesk cara yekê ye tevlî hilbijartinê dibe nikare endaman bie desteya sindoqê û desteyên hilbijartinê yên navçeyê. Di heman demê de nikare endamê bide YSK'ê. Em tenê dikarin nûnerekî wezîfedar bikin. Lewma ji bo xwedîderketina li dengdanê hem muşahîtên me wê kar bikin hem jî di vê çarçoveyê de me bi partiyên din ên siyasî re hevdîtin kirine. Karên me di vê çarçoveyê de hene."

'ARMANCA ME JI SEDÎ 80'Ê YÊ DENGAN E'

Akengîn destnîşan kir ku roja dengdanê gel divê dibistanên ku dengê xwe lê bi kar aniye neterikîne û got, "Gelê me wê mîna berpirsyarê dibistana lê dengê xwe bi kar aniye, tevbigere. Mîna endamekî desteya hilbijartinê wê qadê neterikîne. Em ê li benda encamên hilbijartinê bisekinin. Heta ku kîsên dengan bêne birin berpirsyarên me yên li dibistanan wê kar bikin. Em karê xwe dewam dikin. Karên me di çarçoveya herêmê de jî wê dewam bike. Li Amedê li herêmê nêzî 6 milyon û 800 hezar hilbijêr hene. Em vê hejmarê ji bo 14 bajaran dibêjin. Eger em karibin beşeke mezin a vê hejmarê tevlî Partiya Çep a Kesk bikin hingî em ê hejmara wekîlan a li herêmê zêde bikin. Armanca me ew e ku li herêmê ji sedî 70 heta 80'î yê dengan werbigirin."

'DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVE'

Akengîn ragihand ku li desteyên sindoqê hilbijêr dikarin weke temaşevan li jimartina dengan guhdarî bikin û got, "Lê belê dema hejmar zêde bû ji aliyê ewlekariyê ve dibe ku pirsgirêk rû bidin. Ji ber vê yekê serokên desteya sindoqê dikarin hejmareke diyarkirî ya mirovan li desteyên sindoqê bihêlin. Lê belê li hewşa dibistanê, li kolanan, her wiha heta piştî rojekê divê em vê pêvajoya hilbijartinê bişopînin."