Ajan Cotyar Mûhsîn Hisên li kiryarên xwe mikur hat

Cotyar Mûhsîn Hisên ku li Başûrê Kurdistanê tevlî tevna sîxuriyê ya îstîxbarata Tirk bû û niha di destê gerîla de ye, yek bi yek li kiryarên xwe mikur hat, ku çawa agahî daye û bûye sedema êrişên hewayî.

Yek ji mînakên hewldana dewleta Tirk a dagirker ku li gel bandora xwe ya leşkerî û siyasî hewl dide tevna sîxuriyê ya noker li nava civaka Başûrê Kurdistanê belav bike, Cotyar Mûhsîn Hisên e. Cotyar Mûhsîn Hisên li şîrketeke li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebitî, rojekê ji nû ve dest bi karê jê hate avêtin kir û hem jî bû endamê tevna sîxuriyê. Cotyar Mûhsîn Hisên yek bi yek qala agahiyên ku daye û encamên wan kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 12'ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Cotyar Mûhsîn Hisên ku herêmên hêzên gerîla û liv û tevgera li wan herêman bi rêya tevna xwe ya sîxuriyê parve dikir, hatiye girtin. Cotyar Mûhsîn Hisên ku hîn jî di destê gerîla de girtî ye, li xwe mikur hat ku çawa bûye sîxur, kîjan agahî parve kiriye û bûye sedema kîjan encamê.

Cotyar Mûhsîn Hisên ji gundê Siyare yê bajarê Amediye yê Başûrê Kurdistanê ye. Malbata wî ji Mendê ye ku baskekî Eşîra Berwarî ye. Cotyar ku dibistana navîn qedand û karkerê înşaetê ye, Hezîrana 2019'an li herêmê li şîrketeke petrolê dest bi kar kir. Lê belê piştî mehekê ji ber ku di navbera wî û berpiryarê karkeran (Huner) de pirsgirêk derket ji kar hate avêtin. Heman rojê di rê de li şexsekî rast tê ku têkiliya xwe bi rêveberiya şîrketê re heye. Ji wî şexsî re qala rewşa xwe kir û wî şexsî jê xwest ku sibe dîsa bê dest bi kar bike. Piştî rojekê weke ku tiştek nebûye karê xwe dewam kir. Ev şexsê ku piştre hat gel Cotyar, nûmara xwe ya telefonê da wî û jê xwest ku hemû agahiyên têkildarî PKK'ê (wesayit, nuqte, rêbaza liv û tevgerê û hwd.) jê re ragihîne. Cotyar bi vî rengî tevlî tevna sîxuriyê ya vî şexsî bû.

KÎJAN AGAHÎ DA?

Li gorî dîmenên gihîştin ANF'ê, Cotyar bi vî rengî li kiryarên xwe mikur hat:

*Di demekê de ku wexta wê baş nayê bîrê, li gundekî Kanîmasî dema li nêzî febrîqeyeke avê rûdinişt, danê nîvro dît ku wesayiteke gerîlayan ji aliyê bajarokê Çemanke tê, ber bi sêgoşeya gundê Çemanke-Şikeftiyayê diçe. Di cih de bi telefonê li kesê têkiliya xwe pê re heye diaxive û agahiyan dide wî. Her wiha diyar dike ku li ser wesayita navborî işareteke bi rengê pirtiqalî heye, lê belê amblemeke şîrketê li ser nîne. Dibêje ku piştî rojekê tê şîrketê, li nêzî gundê Karebayê dibîne ku li wesayita gerîlayan hatiye xistin.

*Dema ku li nêzî gundê Şilya dixebite, nuqteyeke gerîlayan dibîne. Dibêje ku vê nuqteyê kontrol dike û çend kursî û eşyayên mîna wê dibîne. Piştre tevî karkerê bi navê Sedîq ê li gel xwe çar wêneyên vê nuqteyê dikişîne û ji kesê ku têkiliya xwe pê re heye dişîne. Dibêje ku li dijî vê nuqteyê jî êrişa hewayî hatiye kirin.

CÎHAZA GPS BI CIH DIKE

Li nêzî gundê Rebetkeyê nuqteyeke gerîla ya dişibe deverkee binê tehtekî tespît dike, wêneyê wê dikişîne û dişîne. Piştre cîhazeke GPS a bi qasî pîlekî mezin ku vî şexsî da wî li nava paketeke vala ya çixareyê bi cih dide û datîne vê derê. Dibêje ku li dijî vî cihî jî êrişa hewayî hatiye kirin.

*Dema ji bo xebatê diçin cihekî nêzî gundê Şikeftê, li ba wî Hawar, Merwan û kesekî din hene. Wêneyê baregeheke gerîlayan digirin û dişînin. Dibêje ku êrîşeke hewayî li ser vir tê kirin.

*Li nêzî gundê Hesnekî dema karê wî kêm dibe, tespît dike ku li vê herêmê baregeheke gerîlayan heye. Wêneyê vê derê bi telefonê digire û dişîne. Piştî vê agahiyê dibêje 20 roj şûnde li dijî vir jî êrîşeke hewayî pêk tê.

*Di navbera gundên Rebetke û Kaniya dema baregeheke gerîlayan dibîne, tevî hevalên xwe wêneyê vir digire û dişîne. Kesê ku ew kiriye sîxur, cîhaza GPS’ê dixe qutiyeke vala ya kolayê û dixwaze vê qutiyê deyne wê derê. Ew jî wisa dike û dibêje ku ev der jî tê bomberdûmankirin.

*Li jorî gundê Kanîka du stargehan tespît dike yên ku malzemeyên lojîstîkê yên gerîlayan lê hene. Wêneyê stargehekê digire û dişîne.

*Dema li nêzî gundê Milbestê dixebite, şîrket dibêje ku li nêzî wan baregeheke gerîlayan heye û hişyariyê dide wan ku neçin wê derê. Lê Cotyar wisa tevnagere. Du wêneyên vê derê digire û dişîne.

*Di navbera gundên Kehreba û Kanî Mazê de wêneyê baregehên gerîlayan digire û dişîne.

*Kesê ku pê re dixebite, çar gerîlayan li ser rêya Şilya dibîne û wêneyê wan digire.

* Li nêzî gundê Kanîka stargehên gerîlayan dibîne. Tevî Merwan, Hawar û kesekî din diçin kontrola vê derê û li ser dizîna van alavan jî difikirin. Diyar dike ku vî cihê ku wî wêneyê wê girtiye, piştre dibe hedefa êrîşên hewayî.