Mihemed ê ji aliyê Asayîşê ve hat girtin, 48 roj in agahî jê nîne

Welatiyê Hewlêrê Ebas Selîm Mihemd 14’ê Sibata 2019’an ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hate girtin û ev 48 roj in agahî jê nayê stendin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hemwelatiyê Hewlêrê Ebas Selîm Mihemed 14’ê Sibata 2019’an li mala xwe ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve bêyî ku hincetek were nîşandan hate destgîr kirin. Ebas Selîm Mihemed ku ev 48 roj in girtî tu agahî jê nayê girtin. Nayê zanîn bê ka welatî Ebas Selîm Mihemed bi çi sûcê hatiye girtin û heta niha jî asayîşa Hewlêrê têkildarî Mihemed tu agahî nedaye.

Hemû hewldanên malbat û parêzeran yên ji bo dîtina Ebas Selîm Mihemed ji aliyê asayîşê ve tê asteng kirin. 

Malbata Ebas Selîm Mihemed ku çend caran serî li asayîşa Hewlêrê jî dan lê berpirsên asayîşê tu alîkariyek bi malbatê re nekirine û helwdanek nîşan nedane. Asayîşa Hewlêrê sedemê destgîr kirina Ebas Selîm Mihemed jî eşkere nekiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ebas Selîm Mihemed dema serdema rejîma Baasê de jî ji ber alîkariya bi hêzên pêşmergeyên Kurdistan re çend mehan hate girtin û xwediyê çend şehîdan e. Niha carekî din Ebas Selîm Mihemed ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin û di girtîgehê de ye.

Li aliyê din pêkanînên keyfî yên asayîşa Hewlêrê li dijî hemwelatiyên Bakurê Kurdistanê bûbû rojev.