Agahî ji aqubeta jina ducanî ya li Pîranşarê nayê standin

Roja pêncşemiya bihurî jina ducanî li Paîranşarê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye destgîrkirin û ji wê rojê heya niha agahî jê nayê standin.

Tora mafên mirovan a Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parvekir ku roja pêşcşemiya derbasbûyî hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê jina ducanî ya bi navê Suida Xedîrzade destgîr kiriye û ew birine navenda lêpirsînê ya îdareya Îttîlaatê ya li bajarê Ûrmiyê.

Li gorî heman agahiyê hatiye gotin, bi rexmê ku Xedîrzade ducanî ye lê ji mafê xizmetguzariyên tendirustî û hevdîtina bi malbatê bêpar hatiye hiştin. Li gorî wê jî heya niha tu agahiyek ne li ser sedemê destgîrkirina wê û ne jî aqubeta wê nayê standin.