Adir: Bi mîlyona kes wê di Newrozê de li ber faşîzmê rabin
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir çalakiyên 8'ê Adarê weke "helwesta berxwedanê" bi nav kir û got, "Newroz wê bibe asta herî bilind a çalakiyên biharê."
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir çalakiyên 8'ê Adarê weke "helwesta berxwedanê" bi nav kir û got, "Newroz wê bibe asta herî bilind a çalakiyên biharê."
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir çalakiyên 8'ê Adarê weke "helwesta berxwedanê" bi nav kir û got, "Newroz wê bibe asta herî bilind a çalakiyên biharê."
Adir ji ANF'ê re axivî û di destpêka axaftina xwe de berxwedana jinan ku qadên 8'ê Adarê dagirtin, silav kir.
Adir da xuyakirin, ku 8'ê Adarê îsal bi heybetî û xurtî hat pêşwazîkirin û got, "Ev yek ne tenê pîrozbahî bû. Ev helwesteke berxwedanê bû. Jinê hêza xwe ya berxwedanê nîşan da û hêz da berxwedêrên li dijî faşîzmê têdikoşin. Ev yek wê bandorê li rêveçûna ji niha û pê ve ya têkoşînê bike."
Fatma Adir da xuyakirin, ku mehên Adarê ji bo wanp êvajoya mezinkirina têkoşînê ye û wiha dewam kir: "Têkoşîn di salvegera komploya 15'ê Sibatê de dest pê dike, di 8'ê Adarê de mezin dibe, bi Newrozê re derdikeve asta herî bilind û di 4'ê Nîsanê de bi xwegihandina Rêbertî re derbasî qonaxeke nû dibe."
Adir bibîr xist, ku di meha Adarê de şehadetên gelekî mezin rû dan û got, "Meheke ku çalakî û şehadeta Mazlûm Doganan, Zekiye Alkanan rû dan. Rola van hevrêyên xwedî çalakiya mezin gelek e, ku têkoşîn îro gihîştiye bi mîlyonan însanî. Li Şengal û Rojavayê Kurdistanê gelek hevalên me yên hêja di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn."
'NEWROZA ÎSAL WÊ DESTKETIYÊN LI GELEMPERIYA KURDISTANÊ MAYÎNDE BIKE'
Adir destnîşan kir, ku wê di vê biharê de têkoşînê mezin bikin û bi vî rengî bibin bersiv ji bîranîna şehîdan re.
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir da xuyakirin, ku Newroz wê destketiyên gelê Kurd mayînde û misoger bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya rast, Kurd bi ser ketine. Ya ku divê were kirin, mayîndekirina van destketiyan e. Li her çar parçeyên Kurdistanê êdî destketiyên mezin hene ku nikarin bên qelskirin. Berxwedana Kurdan êdî nikare bê şikandin. Li başûrê Kurdistanê destketî bi dest ketine. Li Rojava, bi têkoşîneke mînakdar, destketiyek ber bi stauyê ve diçe, afiriye. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî destketiyên mezin hatine afirandin. Lewma Newroza îsal wê van destketiyan mayînde bike."
'LI DIJÎ QEDEXEYAN DIVÊ BI MÎLYONAN KES DAKEVIN QADÊN NEWROZÊ'
Adir bal kişand ser zext, zordarî û qedexeyên di vê demê de rejîma AKP'ê li Kurdistanê dimeşîne û got, "Aliyê herî eşkere yê karakterê Erdogan, durûtiya wî ye. Bala xwe bidinê; qaşo li gorî xwe dersa demokrasiyê dide Elmanya, Belçîka, Hollanda û hemû Ewropayê. Lê belê hinekê jî lê vegere û jê bipirse, baş e tu çi dike? Her tişt li Kurdan qedexe ye. Newroz jî bi berxwedana li dijî qedexeyan gihîştiye vê rojê. Ji xwe Newroz bi xwe tê wateya serhildana li dijî qedexe û zordariyê. Lewma meşrûiyeta Newrozê, têkoşîna wê ye.
Eger Erdogan rabe Newrozê qedexe bike, wê hingî durûtiya xwe careke din piştrast bike. Li hemberî helwesteke bi vî rengî lazim e bi mîlyonan mirov dakevin qadan û hemû qad bibin qadên Newrozê. Girîng e jin û ciwan pêşengiyê ji vê re bikin."
'TINEBÛNA AKP'Ê WÊ BIBE TINEBÛNA PDK'Ê'
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir da xuyakirin, ku Erdogan dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan bi ser bixîne û got, "Dema ku vê yekê dike, ji aliyekî ve xwe dispêre neteweperestên Tirk MHP'ê, li aliyê din jî xwe dispêre PDK'ê. Eger PDK dest ji vê bernede, tinebûna AKP'ê wê bibe tinebûna PDK'ê jî. Ya ku Erdogan îro dike, derxistina şerê navbera Kurdan e. Ji vê yekê sûdê werdigire.
'ME ŞENGAL JI PDK'Ê NESTAND, ME CIVAKA XWE YA ÊZIDÎ JI QIRKIRINÊ RIZGAR KIR'
Gelekî nîqaş li ser Şengalê tê kirin. Me Şengal ji PDK'ê nestand. Me civaka xwe ya Êzidî ji qirkirinê rizgar kir û bi vî rengî Şengal rizgar kir. Ya ku divê were kirin ew e; li ser rê û rêbazên rêvebirina Şengalê, divê gelê Şengalê biryarê bide. PDK-PKK û partiyên din dikarin di vî warî de li hev bicivin û çareseriyê bafirînin. Rêbaza rast a çareseriyê ev e. Ji xwe ev pirsgirêkeke navxweyî ye. Lazim e Kurd di nava xwe de bi diyalogê çareser bikin. Êrîşa li dijî Şengalê, kuştina jinekê, birîndarkirina bi dehan kesan, ji bilî xiyanetê nayê ti wateyê.
Ez vê yekê jî bêjim. Ya ku dîro hewl tê dayîn bê kirin, çareserkirina pirsgirêka Şengalê nîne. Berevajî, ev yek dibe sparteyek ji bo dewleta Tirk ku karibe Kurdan qir bike. Kurd divê pirsgirêkên nava xwe li platformên cuda, civîn û kongreya neteweyî çareser bikin. Divê nebin sparteyek ji hinekan re. Bi vî rengî pirsgirêk çareser nabin. Kurdan li hemberî êrîşa li Şengalê helwesteke tund nîşan dan. Pêwîste di vê polîtîkayê de êdî israrê nekin. Israra di vê de, wê sed salên din bi Kurdan bidin windakirin."