Ûgûr ê li girtîgehê hat qetilkirin hat veşartin
Siddik Ûgûr ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî hat qetilkirin, li Şirnexê hat definkirin.
Siddik Ûgûr ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî hat qetilkirin, li Şirnexê hat definkirin.
Siddik Ûgûr (29) ê ku di 14'ê Adara 2016'an de di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de dîl hat girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê hat qetilkirin. Cenazeyê Ûgûr ê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Êlihê piştî otopsiyê radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Ûgûr li Hezexê ji aliye Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên navçe û bajêr, rêveberên MEBYA-DER'ê ve hat pêşwazîkirin.
Ji bo wecîbeyên olî bi cih bînin cenazeyê Ûgûr anîn Mizgefta Darus Selam a Şirnexê. Piştî nimêjê, cenazeyê Ûgûr anîn Goristana Kendale Îş û bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Ji bo Ûgûr dê li Taxa Dîcleyê şîn were danîn.