Û Xantûr...

Bilindahiya xwe, teht û kevirên xwe çiqasî bi heybet in. Biniya wê, quntarên wê hemû şewitîne. Darên wê, heta şaxên dawî, heta pelên dawî li ber xwe dane. Xantûrê bi her awayî li ber xwe da.

Pênûsa min dinivîsîne, dibezîne. Ez bisekinînim jî ew êdî nasekine, diherike. Balê dikişîne ser gerîla, têkoşînê, lehengiyê.

Di dawiya dawî de çûm deverak ku min gelekî meraq dikir. Ew devera ku di rojeva her kesî de ye, ku dema navê wê tê bihîstin mirov dibêje 'gelo çalakî lê hatiye lidarxistin'. Devera ku ji roja destpêkê ve bi lehengiyên xwe li pêş e. Naşibe ti cihî. Devera ku şevekê pêncî carî hatiye bombekirin. Li derdora wê gundên hatine valakirin, terikandin, bê xwedî mane, bax û baxçeyên ku li benda avdanê ne... Bilindahiya xwe, teht û kevirên xwe çiqasî bi heybet in. Biniya wê, quntarên wê hemû şewitîne. Darên wê, heta şaxên dawî, heta pelên dawî li ber xwe dane. Xantûr bi her awayî li ber xwe da. Ji bo şênkahî bimîne, ji bo xaka xwe sor, şervanên xwe bi rûmet bimîne... Dawiya dawî Xantûr.

FEDAYIYÊN BERÊ XWE DANE RÊYA AZADIYÊ

Gerîlayeke bejn dirêj, porzer em pêşwazî kir. Navê wê Rosîda ye. Wateya navê wê jî bawerim 'Ya ku siya rojê dide'. Wê destpêkê av anî. Eger we serdana gerîla kiribin hingî hûn pê zanin; heta ku xwe bigihînin gerîla hûn ê ji hal bikevin. Û dema ku gerîlayek av da we hingî wê rewşa westiyayî ji ser xwe diavêjin.

Dema ku we dest bi nivîsekê kir û zorî kişand, hingî xwe biavêjin bextê gotinan, wê we bigihîne devera hûn dixwazin. Wê bi we bide hîskirin ku divê binivîsînin. Ji ber ku yên canê xwe ji bo Kurdistanê feda dikin, fedayiyên ku berê xwe dane rêya azadiyê divê bên naskirin. Yên ku niha li pêş çavên min in ew in. Gerîla Ezda ya ku çavê wê bi rengê deryayê ye, ji bo çayê ji me re bîne dilezîne. Guh didim Rosîda.

MESELE NE GIREK E...

Bawerim hîn jî mînaka herî şênber a encamên zalîmtiya dagirkeriyê ew e. Beriya çend salan dewletê li Cizîrê gundê wan şewitand û ew sirgûn kir. Malbata Rosîda sirgûnî bajarê Ûşak ê Tirkiyeyê tê kirin. Li Ûşakê ji dayik dibe û li wir mezin dibe. Ji ber ku dayika wê gelekî bi xaka xwe ve girêdayî ye timî bi zimanê dayikê diaxive. Rosîda dema diçe dibistanê bi Tirkî dema tê malê jî bi Kurdî diaxive. Ev yek bi xwe jî nakokiyeke mezin e di mejiyê wê de. Bi gotina afirînerê felsefeya azadiyê Rêber Ocalan; ji bo serketinê li cihê ku winda kiriye vedigere. Û li Cizîrê xwe digihîne gel. Piştre destê xwe dirêjî PKK'ê dike û berê xwe dide çiyê. Ji roja ku hatiye û vir ve bi salan li qada Xantûrê ya Heftanînê ye. Dema ku me dest bi hevpeyvînê kir, kêliyekê sekinî, bi hêrs lê bi çavên li ken wiha got, "Ma em çawa dikarin dest ji Xantûrê berdin? Mesele girek nîne, bîranînên me li wir in, xaka ku bi xwîna hevrêyên me hatiye avdan li wir e, gotinên me ku li binê siya darekê me li hev civand li wir in, paşeroj û pêşeroja me li wir in, xeyn û xeyalên me yên ji bo paşarojê li wir in." Bi hemûyan re min yek bi yek hevpeyvîn kir. Dîmenê wan kişand. Min objektîfa dilê xwe heta rehê dawî berê wê dan wan û her tiştên wan kişand.

Li wê derê li komeke gerîla ya jinan vegeriya û got, "Biçin û vegerin." Mîna ku bêje 'Ez nabêjim biçin li dijmin bixin, fermanê didim we ku biçin lê bidin û vegerin! Ji bo jiyanê vegerin." Bi vê biryardarî û serbilindiyê li pêş şervanên xwe rawestiya bû. Vegerin, nebin ji yên nizanin vegerin, ji bo jiyanê heta dawiyê li ber xwe bidin, ji bo jiyanê, ji bo jiyînê, ji bo ji nû ve hevdîtinê vegerin. Ji bo destanên me yên ji siberojê re bên veguhastin, ji bo mezinkirina çîrokên xwe, ji bo belavkirina bedewiya gerîla li gerdûnê, ji bo belavkirina edaletê li tevahiya dinyayê, ji bo serketinên ku em ji zarokan re qalê bikin vegerin. Nebin ji wan ên ku nizanin vegerin."

Gelo kîjan hêz dikare li ber van bisekine. Û çavê min li ber heybeta bedewiya şervanên Xantûrê dikeve...