Şoreşger Menal Mêrdîn li Şengalê hate bibîranîn

Li Şengalê şoreşger Menal Merdîn ku 2'ê Çileyê li Til Izêr şehîd ket, bi merasimekê hate bibîranîn. Di merasîmê de bang li civaka Êzidî hate kirin, ku xayinan di nava xwe de venehewînin.

Li bajarokê Til Izêr ê Şengalê 2'ê Çileyê şoreşger Menal Merdîn di encama êrîşeke bê bext de hate şehîdxisitn.

Civaka Êzidî bi merasîmekê Şehîd Menal bi bîranîn û soza tolhildanê dan. Merasîm li Şegîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê pêk hat.

Di merasîmê de bi sedan kes ji xelkê Şengalê tevî serokeşîr, nûnerên sazî û rêxistinên civakê amade bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji aliyê Dayîkên Şehîda ve find hatin pêxistin û axaftin hatine kirin.

'XAYÎNAN NAVA XWE NEHÊLIN'

Di serî de li ser navê Saziya malbatên Şehîda Pakîza Celal axivî û diyar kir ku divê xayinan di nava xwe de venehewînin û got, "Bi zûtirîn dem kesên Heval Menal kirine hedef, derxin holê."

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm jî di şexsê Şehîd Menal de tevahiya şehîdên tekoşîna Azadiyê bibîr anîn û diyar kir ku ji ber Şehîd Menal dixwest êş û azarên li ser civaka Êzidî pêk hatine, her wiha kesên bûna sedema Fermana 3'ê Tebaxê bi rêya nivîsên xwe bide naskirin hatiye hedefkirin. Heso Îbrahîm got, "Em ê bi van êrîşa dest ji tekoşîna xwe bernedin, kesên ku van xizmetkarên civaka me dike hedef wê hesabê karên xwe ê qirêj bidin. Di vê dema dawî de vegera gel ji bo Til Izêr çêbû, lê dijminê xêrnexwaz ji bo rê li ber vegere gelê me bigire ev êrîş pêk anîn."

‘WÊ CIVAK HESAB JI WE BIXWAZE’

Endamê Desteya Serokeşîrên Şengalê Şemo Xwedêda jî got: "Di vê dema dawî de ji bo ku em şerê PDK' û MÎT'ê vala derxin li Şengalê xebatek hate meşandin. Lê niha PDK û dewleta Tirk dixwazin bi şêwazekî din karên xwe ê qirêj li ser gelê me pêk bînin . Em bang li wan kesan dikin ku dibin hevkar ji dijmin re hûnê  derkevin pêşiya gel û ev civak wê hesab ji we bixwaze. Kesên destê wan di şehadeta hevalên me de heye yek bi yek wê bên desteserkirin û rûyê wan ê reş wê ji her kesî re bê diyarkirin."

'DIVÊ GEL ME CIHÊ XAYÎNAN NAVA XWE NEKIN'

Li ser navê TAJÊ'ê Wetha Reşo jî di serî de komkujiya li Parîsê bi bîr xist û ragihand ku herdu êrîş ji hev ne cudane û bi yek armancê hatine kirin û got, "Lê ji bo gelê me kêmasiya herî mezine ku cihê xayînan di nava xwe de vedikin. Ji bo ev êrîş dubare nebin pêwîste gelê me rêxistina xwe mezin bike û van pilana têk bibe."

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû û xêr hate belavkirin.