'Şoreşa Rojava hêviya gelan e, xwedî lê derkevin'

Şervana YPJ'ê Hewlêr Hêvî anî ziman ku wan salek têr û tijî ya têkoşînê li pey xwe hiştine û ji bo Şoreşa Rojava banga xwedîderketinê kir.

Şervana YPJ'ê Hewlêr Hêvî bi wesîleya sala nû şoreş û destketiyên Rojava nirxand. Hêvî bi bîr xist ku heta niha berdêlên gelekî giran hatine dayin û ji bo xwedîderketina li van berdêlan divê partî hemû bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigerin.

Hewlêr Hêvî anî ziman ku wan saleke têr û tijî ya berxwedan û têkoşînê li pey xwe hiştine û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan gihîştiye asta heyî.

'ŞOREŞA ROJAVA JI BO GELÊN BINDEST BÛ HÊVÎ'

Hêvî destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya li xaka Kurdistanê pêk hat ji bo gelên bidest bû çavkaniya sûdwergirtinê û hêviyê û got, "Li cîhanê şoreşeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Di dîroka Kurdan de gelek caran serhildan û raperîn çêbûn, lê belê hemû jî ji aliyê rêxistinî ve têrker nebûn. Her carê bi komkujiyan ev raperîn hatin tepisandin. Lê belê Şoreşa Rojava di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî cuda ye. Ji ber vê yekê hêzên serwer ên li cîhanê Şoreşa Rojava li dijî hebûna xwe weke metirsiyê dibînin. Lewma ji gelek aliyan ve şoreşa Rojava kirin hedef. Lê belê divê ev yek jî bê zanîn ku wê nikaribin êdî raperîna Kurdan bitepisînin. Ji ber ku gelê Kurd ji aliyê hişmendiya neteweyî ve gihîştiye astekê.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer Efrîn dagir kir. Li dijî vê êrişa dagirkeriyê gelê Kurd û şervanên wan 'Berxwedana Serdemê' kirin. Faşîzma Erdogan li pêş çavên cîhanê hemûyan rezîl bû. Gelê ku li ber hêzên dagirker li ber xwe nadin tune dibin. Gelê Kurd wê li dijî van hêzên dagirker li ber xwe bide û şoreşê biparêze. Ji ber ku ev şoreş li ber fikrên Rêber Apo pêk hat. Bi şoreşa Rojava re ziman, çand û hebûna gelê Kurd şênber bû. Berxwedana gel û şervanan ev şoreş afirand. YPJ û YPG tenê hêzeke leşkerî nîne, em artêşeke gel in ku dixwazin sîstema demokratîk a civakan bixin meriyetê."

'DIVÊ PDK DEST JI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ BERDE'

Hêvî hewldanên êrişê yên PDK'ê jî nirxand û ji bo yekîtiya neteweyî bang kir: "Divê PDK êdî dest ji kuştina xwişk û birayên xwe berde, dest ji xeta nokeriyê berde. Eger partiyên Kurd nirxên neteweyî neparêzin wê hebûna ti partiyeke Kurd li herêmê mayinde nebe. Eger PDK naxwaze weke deqeke reş cihê xwe di rûpelên dîrokê de bigire, divê bi aqlê xwe tevbigere û biryarê bide. Divê nebe amûrek ji polîtîkayên mêtinger û komkujer ên dewleta Tirk a dagirker. Bi navê şervanên vî gelî em bang li partiyên Kurdan hemûyan dikin ku eger serketin tê xwestin, divê pîvanên yekîtiya neteweyî bên parastin."

Hêvî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê wê hêviyê û têkoşînê mezintir bikin û ji bo afirandina siberojên azad têkoşîna li dijî hêzên dagirker geş bikin.